Civîna pêncalî ya li Emanê dest pê kir

Civîna wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Siûdiyê, Urdin, Misir û Iraqê ya têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê li paytexta Urdinê Emanê dest pê kir.

Civîna pêncalî ya li Emanê dest pê kir
1 gulan, 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku civîna wezîrên karên derve yên Sûriye, Erebistana Siûdî, Urdin, Misir û Iraqê ya ji bo nîqaşkirina hin dosyayên ku di civîn û peywendiyên vê dawiyê de hatine pêşkêşkirin, li paytexta Urdinê Emanê dest pê kir.

Tê destnîşankirin ku komîteya civînê bi rê ve dibe, di encama civîna şêwirê ya wezîrên karên derve yên Dewletên Tevkariyê yên Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê ya li Cedayê hatibû lidarxistin de (14`ê Nîsanê), derketibû.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen Sefedî di destpêka îsal de bal kişandibû ser însiyatîfeke urdinî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re.

(c)