​​​​​​​Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi îdîaya ewlekariyê 14 herêmên Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand.

​​​​​​​Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin
1 gulan, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

'Qedexe' û 'herêmên ewlekariyê yên taybet' ku dewleta Tirk bi salan e li bajarên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê bi rengekî keyfî û bi rêk û pêk dixe meriyetê, bi taybetî li Şirnex û Colemêrgê dewam dikin.

Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê û Qilabanê 14 herêm ji 1'ê Gulanê heta 15'ê Gulanê ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' hate ragihandin.

Heman herêm ji 16'ê Nîsanê û pê ve ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariya taybet' hatibûn îlankirin.

8'ê Nîsanê zozanên çar gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê jî hatibûn qedexekirin.