Li ‘herêma bêçek’ 59 kes hatin kuştin

Di meha Nîsanê de, di encama şer û êrişên li "herêma bêçek" de 59 kes hatin kuştin, 53 jî birîndar bûn.

Li ‘herêma bêçek’ 59 kes hatin kuştin
1 gulan, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li “herêma bêçak” a ji çiyayên bakurê Lazîqiyeyê heta bakurê rojavayê Helebê û gundewarên Hema û Idlibê, di navbera hêz û komên alîgirên hikumeta Şamê û û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer û êriş dewam dikin.

Li li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di Nîsana 2023`yan de li wê herêmê 59 kes hatine kuştin û 53 kes birîndar bûne. Kuştî û birîndar ji welatiyên sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker in.

Balkêş e ku di Nîsanê de tevgera balafirên şer ên Rûsyayê tune bû, lê belê topbaran û êrişên bejahî li herêmê dewam dikin. Hezar û 300 top û moşek li zêdetirî 40 deverên li herêmên sivîlan û yên leşkerî yên li gundewarên Heleb, Hema, Idlib û Lazîqiyê ketin.

(c)