​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin

Jinên kedkar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke girîng di her qadên jiyanê de dilîzin, di wê çarçoveyê de hevseroka Yekitiya Kedkaran Şehnaz Mehmê destnîşan kir ku yekitî hewl dide kedkaran li gor hevpeymana civakî bi rêxistin bike.

​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
​​​​​​​Yekitiya Kedkaran: Jinên kedkar roleke girîng dilîzin
30 nîsan, 2023   23:35
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê ye ku di nav xwe de nirxên têkoşîna hevbeş a li dijî kapîtalîzmê û ji bo jiyana birûmet dihewîne. Her wiha jinan jî tê de cihê xwe girtiye nexasim ku ew hêmana sereke ya aboriyê û pêşketinê ye.

BANGA PÊŞXISTINA ABORIYA TAYBET Û CIVAKÎ

/kr/uploads/files/2023/04/30/194658_-large.webp

Lema Uwêd ku tevî 40 jinên din di projeya “Demsal” a çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo de dixebite, 1’ê Gulanê li hemû cotkar û jinên kedkar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir.

Lema wiha axivî: "Me bi rêya karê xwe, xwe îsbat kir û bêkarî tune kir. Ez hêvî dikim ku her karker û kedkar mafên xwe bi dest bixin û ez bang li wan dikim ku xwe bispêrin xwe û xwe pêş bixin."

HÊZEKE SEREKE

/kr/uploads/files/2023/04/30/194631_-large.webp

Her wiha, hevseroka Yekitiya Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Şahnaz Mehmê 1'ê Gulanê li her kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserî cîhanê pîroz kir.

Şahnaz destnîşan kir ku li gorî têgehên demokrasiyê, ekolojiyê û azadiya jinan, jinên kedkar hêzeke sereke ya avakirina civaka sivîl a demokratîk e.

Şahnaz diyar kir ku Yekitiya Kedkaran jî xwe li gor bingehên demokrasiyê bi rêxistin dike û prensîba wekheviya di navbera herdu zayendan de li ser erdê pêk tîne.

Şahnaz wiha domand: “Yekitî li gor hevpeymana civakî ji bo parastina mafên jinan, birêxistinkirina wan û parastina wan di hemû qadên jiyanê de dixebite.”

Her wiha Şahnaz piştrast kir ku eger mafên jinekê bên binpêkirin ew dikare bi awayekî qanûnî û fermî dozê veke da ku mafên xwe bi rêya Komîteya Lihevanînê yan bi rêya Meclisa Edaleta Civakî vegerîne.

KOMÎTEYA JINAN

Di yekitiyê de komîteyek ji bo jinan hatiye damezirandin, karê wê ew e ku xebat û çalakî û konferansên ji bo pêşxistina rola jinan di civakê de bi rê ve bibe.

Şahnaz Mehmê da zanîn ku hejmara jinên ku di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, kargeh û firneyên herêmê de kar dikin nêzî 21 hezar jin e.

Di dawiya axaftina xwe de Şahnaz Mehmî bang li hemû jinên kedkar kir ku dema rastî astengiyan bên berê xwe bidin yekitiyê, her wiha destnîşan kir ku jin avakerên welat û sembola têkoşîna gelan in.

(mh/şx)

ANHA