Karkerên kargeha tekstîl a Hesekê 1'ê Gulanê pîroz kir

Karker û kadkaran li kargeha tekstîl a Hesekê Roja Kedkaran a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kir.

Karkerên kargeha tekstîl a Hesekê 1'ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2023   15:53
HESEKÊ

Di şahiyê de şandeyên Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û bi dehan karkerên kargehê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/04/30/142548_ghryb-hsw.webp

Di serî de hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso 1'ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû kedkar û karkeran pîroz kir.

Hiso wiha domand: "Hemû kedkarên cîhanê li hember zilm û zoriya hêzên kapîtalîst a li dijî wan, xwe bi rêxistin kirin û serî hildan ji ber ku ew li nirxê mirovan û îradeya azad digerin."

Xerîb Hiso desrnîşan kir ku gelek kes kedkaran wek beşeke biçûk a civakê pênase dikin, lê belê ew beşa herî mezin a civakê ne û got: "Hişmendiya kapîtalîst civak parçe kir da ku li gor berjewendî û aboriya xwe bi hêsanî wan kontrol bike û xwîna wan bimije."

Hiso di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piraniya kedkarên ku li hember hêzên kapîtalîst serî hildane jin bûn û di kargehên tekstîlê de dixebitîn.

/ar/uploads/files/2023/04/30/142614_img_2731-28medium29.webp

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA