QSD`ê şehadeta şervanekî ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya şervanekî xwe ku li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir û soz da ku ew ê bi ziwakirina çavkaniyên terorê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê tola hemû şehîdan hilînin.

QSD`ê şehadeta şervanekî ragihand
30 nîsan, 2023   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hevalê me Mihemed (Teysîr Salih Serhîd) dema ku li ser karê xwe bû, ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ve li bajaroka El Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê hat şehîdxistin.

Hevrêyê me sala 2017`an piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji DAIŞ`ê, tev li nava refên hêzên me bû. Hevrêyê me bi cesaretke mezin beşdarî pêngavê bû û di hemû pêngavên tê de cih girtiye berxwedanek mezin raber kir, di şer de tecrûbeyên mezin wergirt û bû yek ji fermandarên hêzên me. Gelek operasyonên leşkerî yên li dijî rêxistina terorîst bi serkfetî bi rê ve birin.

Em sersaxiyê ji xwe û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em destnîşan dikin ku îsrara me ya ziwakirina koka terorê û tolhildana hemû şehîdên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê, ziwakirina çavkaniyên wê û hawirdora ku hembêz dike û mayîndekirina aramî û aştiyê li herêmên xwe, zêdetir dibe.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mihemed

Navê Rast: Teysîr Salih Serhîd

Navê Dayikê: Xelfe

Navê Bav: Salih

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor-1984

Cih û Dîroka Şehadetê: El Bisêra-Rojhilatê Dêrazorê, 27-Nîsan-2023.”

(c)