​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin

Koçberên Efrînê yên dorpêçkirî neçar dimînin ku gazê bi kîloyan bikirin. Buhayê kîloyeke gazê zêdetirî 20 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
​​​​​​​Ji ber dorpêçê êdî gazê jî bi kîloyan dikirin
30 nîsan, 2023   08:02
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê êşa koçberên Efrînê yên li kampên li herêmê dimînin, girantir kiriye.

Ev 4 roj e ji ber nebûna mazotê û rawestandina jeneratoran, kehrebe bi temamî qut bûye û xelkê herêmê şeva xwe di tariyê de derbas dike.

Li herêmên pêdiviyên sereke yên jiyanê jî ku gaz yek ji wan e, bi zehmetî peyda dibin, eger bên peydakirin jî pir biha tên firotin.

Hevserokê Meclisa Kampa Serdem Hemdî Ebdo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û rewşa koçberên li kampê vegot.

Ebdo got: “Hikumeta Şamê dorpêçeke giran daniye ser herêmê, êrişên li dijî herêmê jî berdewam dikin. Mazot û gaz tune ne. Ji ber wê jî şêniyên kampê zehmetiyan dikişînin.”

Meclisên kampên li Şehbayê li gorî derfetên xwe tûpên gazê li koçberan belav dikirin. Lê piştî ku hikumeta Şamê derbasbûna madeyên bingehîn û gaz jî bi temamî qedexe kir, şênî neçar dimînin ku gazê bi kîloyan bikirin.

Ebdo têkildarî vê yekê got: “Şênî bi paporan karê xwe îdare dikin, lê dîsa jî pêwîstî bi mazotê heye. Kesên di konan de dimînin ji ber xetereya wê nikarin êzingan jî bi kar bînin. Ew li gorî derfetên xwe bi kîloyan tûpên biçûk ên gazê tijî dikin. Kîloyeke gazê bi zêdetirî 20 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.”

Koçbera bi navê Hêvîn Xelo jî bal kişand ser zehmetiyên ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê dikişînin û wiha dom kir: “Ev 6 sal e em li kampan dijîn. Em gelek zehmetiyan dikişînin, mazot û gaz tune ye. Ji bo pêxistina paporan jî pêwîstî bi mazotê heye. Gaz jî pir biha ye. Lê ji bo em xwarina zarokên xwe çêkin em neçar dimînin ku bikirin.”

(c)

ANHA