Bi karê xwe serbilind in

Karker û kedkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi karê xwe û rola girîng û mezin a kedkaran di civakan de serbilind in û hêvî dikin ku rewşa baştir bibe.

Bi karê xwe serbilind in
30 nîsan, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Kedkar û karker li seranserê cîhanê 1`ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Bi vê minasebetê, ajansa me nêrînên hin kedkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin.

Hemîd Zahir ê ji bajarê Reqayê bal kişand ser taybetiya vê rojê ji bo tevahî kedkarên cîhanê û got: “1`ê Gulanê cejn û roja nirxdayîna tevahî kedkarên cîhanê ye. Divê xwediyên kar rewşa jiyanî ya karkeran baştir bikin, hemû pêdiviyên wan ên tenduristiyê pêşwazî bikin. Ji ber ku kedkar stûna aboriyê ne.”

Firoşkarê sebzeyan Ebdurehman Osman ê ji bajarê Qamişlo jî diyar kir ku ew dizane ku 1`ê Gulanê minasebet û betlane ye, lê dîrok û girîngiya vê rojê nizane.

Macid Mihemed jî ku karkerekî înşeatê ye, bal kişand ser rola girîng û mezin a kedkar û karkeran di civakan de û anî ziman ku ew bi karê xwe serbilind e.

Mihemd hêvî kir ku xwediyên kar hemû mafên karkeran bidin wan û rewşa wan a jiyanî baştir bikin û wiha dom kir: “Em hêvî dikin ku saetên kar bên kêmkirin û rêxistinên têkildar sîgortayan bide hemû kedkar û karkeran.”

Înad Bakîr ê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî destnîşan kir ku roja Cejna Kedkaran rojeke taybet e û ji bo tevahî kedkaran rojek serbilindiyê ye.

Mihemed El Hisên ê ji bajarê Reqayê jî hêvî kir ku xwediyên kar rewşa karkeran li gorî şert û mercên aboriyê yên li welat di ber çavan re derbas bikin, kedkaran zêdetir teşwîqî kar bikin û girîngiyek zêdetir bidin kar û barên wan.

(c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eyFXLo1Khcw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>