Pirsgirêka Sûriyeyê li Emanê tê nîqaşkirin

Tê payîn ku komîteya di encama civîna şêwirê ya li Cedayê hatiye avakirin de, ji bo nîqaşkirina aloziya Sûriyeyê li paytexta Urdin Emanê sibê civînekê li dar bixe.

Pirsgirêka Sûriyeyê li Emanê tê nîqaşkirin
30 nîsan, 2023   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Rêveberiya Dîplomatîk ya Giştî ya Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zeyd ragihand ku wezîrê karên derve Samih Şukrî dê îro êvarî biçe paytexta Urdin Emanê da ku beşdarî civîna têkildarî Sûriyeyê bibe. Dê civîn sibê ji aliyê komîteya ku ji nûnerên Misir, Urdin, Iraq û Erebistana Siûdî ava bûye, ve bê lidarxistin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Şerq El Ewsat a Misirê, biryar e ku di civînê de rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê û zêdekirina piştevaniya dewletên Ereban ji bo gelê Sûriyeyê werin nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev komîte di encama civîna şêwirê ya wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Tevkariya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê ya 14ʹê Nîsanê li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî hatiye lidarxistin de, hatibû avakirin.

Beriya niha jî çavkaniyan agahî dabûn ku wê der barê aloziya Sûriyeyê de li Emanê civînek were lidarxistin.

Di destpêka îsal de wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî ragihandibû ku însiyatefeke urdinî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî heye.

(bb)