`Beyanname projeyeke hevgirtî ye û çareseriya aloziyê ye`

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku li hember beyannameya Rêveberiya Xweser bertekên erênî derketin pêş û dê di rojên bê de li ser pêşxistin wê, xebat bê kirin bi şêwazekê ku xizmeta çareserkirina aloziya Sûriyeyê bike.

`Beyanname projeyeke hevgirtî ye û çareseriya aloziyê ye`
29 nîsan, 2023   18:55
QAMIŞLO

Hevserokê Nivîsgeha Têkliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li Qamişlo semînerek bi navnîşan “Aloziya Sûriyeyê, aso û rêbazên çareseriyê “ da. Bi dehan rewşenbîr û siyasetmedar tev li semînerê bûn.

Di semînerê de Dîbo destnîşan kir ku geşedanên li ser qada navneteweyî ve rû didin, bi hev ve girêdayî ne û bandor li rewşa Sûriyeyê dike û got: “Em dikarin bi pêvajoyeke guherbar bi nav bikin. Hêz nakok in. Ev  pêvajoya guhertinê û veguhastina pergaleke hegemonîk a piralî ye. Di nav de nakokiya li Sûdanê heye. Ew nakokî di navbera hêzên cîhanê de ye û bandor li Sûriyeyê û aloziya wê dike.”

Der barê nêzîkbûna di navbera hikumetên dewletên ereb û hikumeta Şamê de Dîbo got: “Em bi pêşxistina têkiliyên Sûriyeyê bi hemû welatên herêmî re ne. Ji ber ku bawer dikin ku Sûriye beşek ji derdora herêmî ye. Lê di heman demê de em bawer in ku ev nêzîkbûn, hewldanên normalîzekirinê bi ser nakevin ji ber ku ajandeyên van aliyan di nav hev de ne. Hemû nêzîkbûn bi şer tin û welatên ereb xwedî nêrînên cuda ne.”

Dîbo têkildarî civîna çaralî di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de, wiha axivî: “Bidawîbûna vê civînê bê encamname, gelek pirsnîşan derxistin pêş. Nemaze helwestên nakok ên Şam û Enqereyê piştî civîna ku li dar xistine. Nakokî di navbera aliyan de, nîşan didin ku gelek astengî li pêşiya lihevkirina wan hene. Lê dîsa jî xetereya vê civînê heye ku li dijî doza kurd lihevkirinek hebû.”

Girêdayî beyannameya Rêveberiya Xweser Dîbo wiha axivî: “Beyanname, çareserkirina aloziyê ye. Projeyeke hevgirtî ye û ne li dijî biryara NY`yê ye ku demokratîk e, ne taîfî ye û operasyonên leşkerî radiwestîne. Ji bo sûriyeyan û aloziya wan, bersiv e ku Astana, Cinev û civînên din nebûn bersiv. Berovajî projeya Rêveberiya Xweser ku ji bo sûriyeyiyan çareserî ye, ji pêşxistinê re vekirî ye. Dûrahiyên siyasî, aborî û civakî yên aloziyê nîqaş dike.”

Der barê helwestên li hember beyannameyê Dîbo eşkere kir ku gelek helwestên erênî hene û ev li gotinên xwe zêde kir: “Li ser asta nîştimanî û herêmî helwestên erênî hene. Ji bo lidarxistina civîn û diyalogên şêwiriyê, wê xebat bê kirin da ku beyannameyê pêş bixin û nêrînên hevbeş tev lê bibin. Dê çareseriyeke mayenda ji bo aloziyê bê dîtin. Beyanname, nivîsandina dîrokeke nû ye ku layîqî dîroka herêmê, gel û fedakariyan be. Diyar e û nezelalî tê de tune ye. Hêz û çalakbûna rêveberiyê nîşan dide.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê di 18`ê Nîsanê de beyannameyek ragihand ku ji 9 bendan pêk tê. Li gorî çavdêran, girîng e û dikare aloziyê çareser bike.

Semîner di çarçoveya semînerên bi navnîşan “Nêrînên di bin mîkroskopê de, aloziya Sûriyeyê, aso û rêbazên çareseriyê” de hate dayîn ku HRRK li navenda xwe ya li Qamişlo li dar dixe.

(şx)

ANHA