​​​​​​​Êrişa AKP-MHP’ê ya beriya hilbijartinê: 48 kes hatin girtin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ku ji aliyê hikumeta AKP-MHP'ê ve beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê hat kirin, ji 143 kesên destgîrkirî 48 kes dîl hatin girtin.

​​​​​​​Êrişa AKP-MHP’ê ya beriya hilbijartinê: 48 kes hatin girtin
29 nîsan, 2023   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê beriya hilbijartinê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de, di 25’ê Nîsanê de li 21 bajaran li dijî rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl operasyona destgîrkirinê pêk anî.

Di encama operasyonê de 143 kes hatin destgîrkirin Ji kesên hatine destgîrkirin 48 jê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dîl hatin girtin û 89 kes jî hatin berdan. Parêzer Gulistan Ataş jî di nav de bi giştî 6 kes hêj destgîrkirî ne.

Navên kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin dîl girtin wiha ne: Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnamevan Mehmet Şah Oruç, Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût; parêzer Serhat Hezer, Bûrhan Arta û Ozum Vurgun; dayika Egît Îpek ku hestiyên kurê wê di qutiyê de radestî wê hatibûn kirin Halîse Aksoy û keça wê Mizgîn Karataş, Erkan Vurmaz, Velat Esîn, Nasir Tura, Mahîr Yildiz, Helîn Sayin, Hulya Ertaş, Ahmet Gogun, Şahîn Tanriverdî, Fîkrî Ay, Hîlal Ada, Mehmet Yalçin, Mehmet Andok Bayram, Agît Kaysi, Alaattîn Zugurlî, Faris Turk, Evîn Doster, Nûrettîn Bakan, Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Mûhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Mehdî Kaya, Cotkar Amara Yurek, Hamza Cîhangîr, Hasret Yelboga, Sûat Arda Işik, Şahîn Bîçîmlî, Hakîm Kaya, Tacettîn Araz, Nûrûllah Ozgun, Abdulbarî Mavlay, Ferît Aktepe, Şervan Dogan, Cesûr Yilmaz, Suleyman Ulucan, Hamza Sumelî.”