​​​​​​​Li Amûdê bîranîna 14 cangoriyên azadiyê

Şêniyên navçeya Amûdê 14 cangoriyên azadiyê yên di meha Nîsanê de şehîd bûne, bi bîra anîn.

​​​​​​​Li Amûdê bîranîna 14 cangoriyên azadiyê
29 nîsan, 2023   12:34
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê merasîmê bîranîna 14 cangoriyên azadiyê yên ku di meha Nîsanê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Îsamîl li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê di merasîmê de amade bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê axivî û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Dawê bal kişand ser rola şehîdan di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û got: “Em pêkhateyên herêmê deyndarên şehîdên xwe ne."

Ebdulbaqî Dawê diyar kir ku gelê herêmê serî ji siyasetên dagirkeran û xayînan re netewand û wiha dom da axaftina xwe: "Tecrubeyên dîrokî yên gelên azadîxwaz her tim rastî êrişên dagirkeran û xayînan dihatin. Serkeftin dê para gelên ku di oxira azadiyê de berdêlan didin û destkeftiyên şehîdan diparêzin be."

Dawê soza xurtkirina têkoşînê da û got: "Berxwedana gelê herêmê ya bi pêşengiya jinan çeteyên DAIŞ’ê tune kir. Em ê siyasetên qirkirinê yên ku serokê AKPʹê Erdogan li dijî herêmên me dimeşîne, têk bibin."

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Şehîdên ku hatin bibîranîn ev in: Dirêî Ebdulqadir Mihemed, Seyfedîn Salih Hebîb, Hesen Mehmûd Derwîş, Kawa Yûnis Ebdî, Yûsif Salih Qasim, Fesîh Xidir Hesen, Hogir Fewaz Hesen, Ebdurehman Bengîn Hiso, Hêvîdar Ebdulkerîm Ebdî, Xemgîn Seed Osê, Dilovan Salar Melek, Emar Sedallah Deqorî, Xalid Fesîh Osman, Îsa Farûq Xalid.

)bb)

ANHA