Li Helebê meşa jinan: Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertî bidomînin

Li Helebê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi azadiyê ve" bi dehan jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Li Helebê meşa jinan: Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertî bidomînin
29 nîsan, 2023   11:54
HELEB

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi dehan jin daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meşê ji beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li beşa rojhilat ê taxê veguherî mîtîngê. Li wir ji rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî û got bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku berhema Rêber Abdullah Ocalan e, jinan xwe nas kir, xwe bi rêxistin kir û di hemû qadan de destkeftî bi dest xistin.

Nadiya Yûsif diyar kir ku ew ê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta ku jin û civak werin azadkirin.

Mîtîng bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Hêjeyê bibîrxistinê ye ku meş di çarçoveya hemleya “Jin jiyan azad dê azadiyê pêk bînin” de li dar ket ku Yekitiya Jinên Ciwan di 28`ê Adarê de di Mîhrîcana Kobanê de ragihandiye.

(bb)

ANHA