NY: Em ê rewşa rojnamevanan bişopînin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî girtin û destgîrkirina rojnamevanên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê rewşa wan ji nêz ve bişopînin.

NY: Em ê rewşa rojnamevanan bişopînin
29 nîsan, 2023   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya heftane de rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hatin girtin nîqaş kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), di civînê de biryar hate dayîn ku rewşa rojnamevanan ji nêz ve bişopînin. Yekîneya paportora taybet a azadiya fikr û xweîfadekirinê û raportora taybet a parastina mafên mirovan dê têkildarî girtin û destgîrkirinan agahî û belgeyan kom bike û rapora têkildarî mijarê pêşkeşî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê û Konseya Mafên Mirovan bike.

Her wiha bertekên li dijî girtin û binçavkirinan berdewam in. Bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê ku navenda wê li Swîsreyê ye, “Kampanyaya Îmzeyan a Piştevaniya bi Çapemeniya Kurd re” hate destpêkirin. Heta niha Parlamentera Federal a Swîsreyê Laurence Fehlmann Rielle, Parlamenterê Federal ê berê Jean Ziegler, hîndekar û dîroknas Dr. Peter Hug, rojnamevan û Seroka Southall Black Sistersê ya li Londonê Rahila Gupta, rojnamevanê arjantînî Juan Gasparini,  Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Paul Grüningerê Valérie Boillat, Cîgira Serokê Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê (Syndicat Suisse des Services Publics-SSP) Cora Antonioli, ji Sendîkeya USE ya Belçîkayê Baptiste Cassart et Bertil Munk û ji Sendîkaya Jeunes FGTB a Belçîkayê Raphaël D'Elia jî di nav de gelek parlamenter, rojnamevan, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan kampanyayê.

SENDÎKAYA ÇAPEMENIYÊ YA SWÎSREYÊ BANG KIR

Di heman demê de Sendîkaya Rojnamevanan a Swîsreyê Impressumê jî da zanîn ku têkildarî mijarê bi saziyên çapemeniyê yên navneteweyî re peywendî danîne û bi hev re tevdigerin. Impressumê di heman demê ji Wezareta Karên Derve re nameyek şand û bang kir lê kir ji bo Tirkiye rêzê ji bo azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê bigire, bikevin nava liv û tevgerê. Di heman demê de sendîkayê ji bo Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Swîsreyê jî nameyek şand û xwest ku dawî li zextên ser azadiya fikr û xweîfadekirinê bînin û rojnamevanan berdin.