ʹ Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirinʹ

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku dema Şengal di bin kontrola hêzên hikûmeta federal û hêzên hikûmeta Başûrê Kurdistanê de bû, ji bilî nexweşî û ne aramiyê, nekarîne civaka Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin û got: ʹʹ Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirin."

ʹ Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirinʹ
28 nîsan, 2023   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Hêzên Emin El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî) û artêşa Iraqê beşek malbatên ji pêkhateya Erebên Suune ku beriya fermanê li Şengalê bûn vegerandine Şengalê û biryare bi giştî 30 malbat vegerînin. Lê derket ku di nava wan malbatan de hinek kesên li dijî Êzidiyan di dema fermanê de alîkarî dane çeteyên DAIŞ’ê jî hene. Berê jî çend caran Iraq hewlda bû van malbatan vegerînin Şengalê, lê rastî nerazîbûnên tund yên civaka Êzidî hatibûn û vegera wan hatibû rawestandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê vegerandina malbatên ku di dema fermanê de hevkariya DAIŞ’ê kirîn de, daxuyaniyekê belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

 “Ziyanên ku civaka Êzidî di dema fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’yan de ji ber biçûkxistin û pejirandina kiryarên partî û aliyên siyasî ku heta niha jî xizmeta berjewendiyên teng dikin girtî, ne veşartî ne. Wek tê zanîn beriya niha Şengal di bin kontrola Hêzên Emnî yên hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de bû. Ji bilî nexweşî û ne aramiyê, nekarîne civaka Êzidî biparêzin û wan ji terorîstan re hêlan ku hîna hestiyên wan di gorên komî de mane.

Hikûmeta Iraqê di nava lez û bezekê de ye ku li gel hevkar û alîgirên rêxistina terorê DAIŞ’ê, hevpeymanek çêbike bêyî ku qurbaniyên rêxistina terorê berçav bigire. Mijara Şengalê di çarçoveya Iraqê de taybet û mezin e. Ji ber vê siyaseta şaş ku karesat û êş li Şengalê hatiye hiştin û îro ji aliyê hêzên Emnî yên Şengalê ve tê meşandin.

Buyera duh a Şengalê vegerandina hinek malbatên Sunne ku ji aliyê hêzek mezin a emnî ya Artêşa Iraqê ve dihatin parastin, dirûşmeya ‘Rastî bi serket, direw binket’ li pey xwe anî. Her wiha ji aliyê hêzên emnî ve hatibûn dorpêçkirin û parastin. Dîtin ku kolanên Şengalê û malbatên qurbaniyan ji vê yekê nerazî ne.

Yek ji kesên vegeriyayî ji aliyê dezgeha dadwerî ya Şengalê ve hat girtin û yek ji rizgarbûyan piştrast kir ku dema ew endamê HSB li gel DAIŞʹê bû, çend caran rastî wî zilamî hatiye. Lê hinek aliyên siyasî jî ev yek bi awayekî berevajî şîrove kirin. Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirin.

Her cure hesab û bazarên li ser xwîna gelê me tê kirin red dikin, em ê di şahî û ahengan de li gel gelê xwe bin.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxwaznameyek ji 8 xalan pêk dihat pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir.

Daxwazên hatin kirin wiha ne:

1-Vegerandina kesûkarên qurbaniyan û kesûkarên şehîd û kesên hatine revandin li Şengalê, her wiha rawestandina vegerandina malbatên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê.

2-Ji sala 2003’yan ve bûdçeya Şengalê tê dizîn.

3- Di nava karên giştî û hemû mafên sivîl û leşkerî de, ne yeksanî navbera civaka Êzidî û gelê Iraqê de, heye.

4-Mafên ew hêzên ku dijî DAIŞ’ê şer kirîn û Şengalê wek beşek ji axa Iraqê parastîn, werin dabînkirin.

5-Berpirsên ketina Şengalê ya destê DAIŞ’ê de, werin lêpirsîn.

6-Naskirina Encûmena Rêveberiya Xweser a Şengalê ku li gorî destûra Iraqê mafekî rewa ye.

7- Siyaseta aliyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de winda kirine, red dikin.

8-Demildest avakirina Şengalê û vegerandina xelkê bi taybetî hejar û kesûkarên şehîd û kesên hatine revandin.