Li Sirîn û Baxozê 4 çeteyên DAIŞʹê hatin girtin

Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Sirîn û Baxozê de 4 çeteyên DAIŞʹê hatin girtin.

Li Sirîn û Baxozê 4 çeteyên DAIŞʹê hatin girtin
28 nîsan, 2023   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîsîkî ragihand ku hêzên taybet (HAT) li Sirîn û Baxozê operasyon li dar xist.  Di operasyona li Sirînê  de 3 çete û li Baxozê ya Dêrazorê serçeteyek hatin girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku alên DAIŞ û yên dewleta Tirk a dagirker, belgeyên sextet, miqdarek çete û telefonên destan jî hatin destekirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

ʹʹHêzên me yên taybet ên HAT’ê di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞ’ê de û piştî ku agahî li ser du şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin, îro 28’ê Nîsanê li bajarokê Sirînê yê girêdayî Kobanê û li bajarokê Baxozê yê gundewarê Dêrazorê operasyon pêk anîn.

Hêzên me yên taybet 3 çeteyên DAIŞ’ê li Sirînê girtin, her wiha alên DAIŞ’ê û yên dewleta Tirk, belgeyên sextet û telefonên destan desteser kirin.

Li Baxozê jî serçeteyekî şaneyekê hat girtin, çekeke kilaşînkov û 4 cercûrên wê jî hatin desteserkirin.

Têkoşîna hêzên me ya dijî terorê berdewam e. Em bang li welatiyan dikin ku eger tevgereke bi guman dîtin, agahiyan bighînin nuqteya ewlehiya ya herî nêzîk a hêzên me."

(bb)