Kolberê ku salek berê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Kolberê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, piştî ku nêzîkî salekê birîndar ma, îro ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Kolberê ku salek berê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
18 tebax, 2026   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kolbernewsê derbarê kolberê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê ku beriya salekê birîndar bibû û îro jiyana xwe ji dest daa de, agahî parve kirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kolberê Kurd ê bi navê Mîlad Tebed ê 18 salî û xelkê gundê Gelye yê ser bi bajarê Merîwanê, nêzîkî salek berê di encama guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bibû. Mîlad danê siharê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, di sala 2025’an de bi giştî 57 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar kirin.