Rêya Embara dê di Hezîranê de bikeve xizmetê

Xebatên çêkirina rêya Embara ji sedî 99 bi dawî bûye û dê di Hezîrana bê de bikeve xizmetê.

Rêya Embara dê di Hezîranê de bikeve xizmetê
29 nîsan, 2023   03:35
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Desteya Rêveberiya Xwecih û Jîngehê ya Herêma Cizîrê di Nîsana 2022'yan de projeya amadekirina rêya Embara ya li rojavayê bajarê Qamişloyê dabû destpêkirin.  Rêya Embara wek alternatîfa rêya Elî Fero ye ku bajarê Qamişlo bi rêya M4 girê dide.

Dirêjaiya rêya Embara 10 kîlomtre û 300 mître ye û firehiya wê 13 metre ye. Şîrketa Giştî ya Rêyan a Zagros çavdêriya projeyê dike. Biryar bû proje di nava 6 mehan de bidawî biba, lê ji ber rewşa hewayî, pirsgirêkên di alavan de û kêmbûna madeyan, proje di dema xwe de pêk nehat.

Ekîbên Desteya Rêveberiya Xwecih û Jîngehê ya Herêma Cizîrê xebatên dûzkirin rê û reşandina kevirên hûr bi dawî kir. Her wiha 5 ragran danî ku yek jê mezin e.

/kr/uploads/files/2023/04/28/170043_-.webp

Gerînendeyê projeyê Xelîl Yûsif diyar kir ku dema diyarkirî ya ji bo temamkirina projeyê 6 meh bû, lê ji ber rewşa hewayê û barana zêde û ji ber pirsgirêkên di alavên çêkirina rê de proje di dema xwe ya diyarkirî de pêk nehat.

DEMA BIDAWÎHATINA PROJEYÊ

Der barê xebatên ku hatine kirin û yên mane de Yûsif anî ziman ku proje di aliyê dagirkirina kortan de bi rêjeya ji sedî sed bi dawî bûye û di aliyê raxistina kevirên hûr de bi rêjeya ji sedî 99 bi dawî bûye. Her wiha got, xebatên reşandina kevirên hûr dê di hefteya bê de bi temam bibe.

Yûsif diyar kir ku dê di navîna meha Gulana bê de dest bi qîrkrina rê bikin û got, bi lêçûna 224 hezar û 250 dolarî dê 17 hezar û 250 mîtredam qîr were danîn.

Tê payîn ku dê di meha Hezîranê de rê bikeve xizmetê.

(mh)

ANHA