Rojnameya El Ereb: Bêyî Kurdan çareserî tune ye

Gelek dewletên Ereban ji bo nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re ketin tevgerê û çareseriya siyasî carek din anîn rojevê. Gihîştina çareseriyê nexasim piştî beyannameya çareseriya krîza Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kiriye, bêyî beşdarkirina Kurdên Sûriyeyê ne pêkan e.

Rojnameya El Ereb: Bêyî Kurdan çareserî tune ye
26 nîsan, 2023   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke rojnameya El Ereb, di civîna şêwirê ya li Cedayê di navbera wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Misir, Iraq û Urdinê ya vê dawiyê de, biryara 2254′an a têkildarî çareserkirina krîza Sûriyeyê hat paşguhkirin, lê ruxmî wê jî vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî taloqkirî ma.

Li gorî rapora rojnameyê, dê çareseriya siyasî heta demeke dirêj jî taloqkirî bimîne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo lidarxistina lûtkeya erebî di Gulanê de ku dê bibe kilîta vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî, vala derneket. Herî kêm, ji ber ku wezîrê karên derve yê Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan di serdana xwe ya ji Şamê re piştî civîna şêwirê û hevdîtina bi Beşar Esed re got ku Riyad bi israr e ku van hewldanên xwe dewam bike.

Di dewama raporê de bal hat kişandin ku hikumeta Şamê mijar li gorî xwe fêm kiriye û mîna ku biryara 2254′an red kir, ne pêkane e ku şertên civîna şêwirê jî qebûl bike.

Gihîştina çareseriya siyasî tê wateya ku şirîkên sûriyeyî jî beşdarî çareseriyê bibin. Lê hikumeta Şamê tu şirîkên ku bi wan re diyalogê bike û çareseriyê peyda bike, nas nake.

Di dewama raporê de hat diyarkirin ku ya rast, bêyî Kurdan çareserî tune ye û hat gotin : “Kurd dendika yekane ya bi hêz a ji muxalefeta Sûriyeyê mane ye. Ne tenê ji ber ku ji sedî 20`ê axa Sûriyeyê ya berhemdar di bin serweriya wan de ye, ne ji ber piştgiriya Amerîkayê ji wan re ye jî, ne ji ber sifeta terorê li wan nayê jî, lê belê wan dewleta DAIŞ`ê rûxand û ji ber ku ew daxwazên siyasî yên sereke pêşkêş dikin, ku bêyî wan çareserî peyda nabe.”

Di dewama raporê de beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 18`ê Nîsanê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê eşkere kiribû jî, hat bibîrxistin.

(fr/c)