​​​​​​​Çeteyan welatiyekî Efrînê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji kantona Efrînê li ser benda kontrolê ya li Ezazê revand.

​​​​​​​Çeteyan welatiyekî Efrînê revand
26 nîsan, 2023   11:30
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebdurehman Kenco (41) ê ji gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Efrînê revand.

Ebdurehman Kenco di 19′ê Nîsanê de li ser benda kontrolê ya Şat a li çatrêya bajarê Ezazê yê dagirkirî ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan welatiyê revandî biriye navenda xwe ya li Ezazê û çarenûsa wî heta niha nayê zanîn.

(fr/c)

ANHA