Di 3 rojan de qadên berxwedanê 77 caran hatin bombekirin

HPG’ê diyar kir ku di 3 rojan de çeperên berxwedanê 8 caran bi helîkopterên êrişê, 69 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin. HPGʹê ragihand ku di encama bersivdayîna êrişan de 2 dagirker hatin kuştin

Di 3 rojan de qadên berxwedanê 77 caran hatin bombekirin
26 nîsan, 2023   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 24, 25 û 26’ê Nîsanê de gelek qadên berxwedanê yên li herêma Zapê herî kêm 77 caran hatine bombekirin.

Di daxuyaniyê de der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî hatin dayîn:

"Herêma Zapê

- Roja 25’ê Nîsanê saet di navbera 07:30 û 08:30’an de artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi çekên giran êrîş birine ser çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbûye.

- 25ê Nîsanê saet 09:00’an artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş biriye ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me yên YJA Starê ji bo parastina xwe bersiv dan û di şer de dagirkerek hatiye kuştin.

- 25ê Nîsanê saet 16:20’an artêşa Tirk a dagirker careke din bi çekên giran êrişe birine ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û di pevçûnê de dagirkerek hate kuştin.

2. Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

 “Di 24, 25 û 26’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Çemço û Sîdayê 8 caran bi helîkopterên êrişê, 69 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”