​​​​​​​32 partiyên siyasî destek da beyannameya Rêveberiya Xweser

32 partî û hêzên siyasî desteka xwe ji beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê re anî ziman got, ew destekê û piştgiriyê didin vê beyannameyê.

​​​​​​​32 partiyên siyasî destek da beyannameya Rêveberiya Xweser
24 nîsan, 2023   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji beyannameya Rêveberiya Xweser re nîşan da û got: "Em wek hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêk û dozên bigirêk li Sûriyeyê em bi diyalogê bawer in. Her wiha em banga biratî, jiyana hevbeş û çareyên siyasî yên demokratîk dikin.

Partî û saziyan di daxuyaniya xwe de got: "Me rojekê jî hewl neda xwe ji Sûriyeyê qut bikin. Lê dijminên demokrasiyê û hin alî propogandaya vê yekê dikin. Projeya me ji destpêkê ve eşkere ye; Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî. Lê aliyên me bi qutbûn û parçebûnên tawanbar dikin, di serî de dewleta Tirk, hewl didin erdnîgariya Sûriyeyê parçe bikin û siyasetên wê, vê yekê misoger dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em partî û hêzên siyasî, destek û piştgiriyê didin vê beyannameyê. Em xwestek û cidiyeta xwe ya ji bo çareyeke siyasî ji krîza Sûriyeyê re nû dikin, nexasim me gelek însiyatîf û nexşerê ji bo çareserkirina krîzê pêşkêş kirin. Em ji bo bidawîkirina krîzê, bi çareya siyasî bawer in û destekê didin beyanameya Rêveberiya Xweser û hemû însiyatîfan, bi taybet daxuyaniya yekemîn a Cinêvê, biryara 2254′an û biryarên navneteweyî yên têkildarî."

Navên partiyan wiha ne:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partî Demokrat a Kurdistanê-Sûriye

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Nûkirin a Kurdistanê

Partiya Karker a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Refom –Sûriye

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

Heyet Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê

(fr)