​​​​​​​Mîsyona rojnamgeriya kurdî çi ye?

22ʹyê Nîsanê Roja Rojnameya Kurdî ye. Li hemberî hewldanên qirkirinê û şerê ragihandinê ku dewletên mêtîngerên Kurdistanê dimeşînin, mîsyona rojnamegeriya kurdî çi ye?

​​​​​​​Mîsyona rojnamgeriya kurdî çi ye?
22 nîsan, 2023   01:45
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

22ʹyê Nîsanê Roja Rojnamengeriya Kurdî ye. Di sala 1898ʹan de mîna vê rojê, yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistanê li Qahîrayê ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve dest bi weşanê kir.

Miqdad Midhet Bedirxan li ser derxistina vê rojnameyê got, " Di vê rojnameyê de ez ê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ez ê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ez ê qala hemûyan bikim."

PÊVAJOYA PÊŞKETINA ROJNAMEYA KURDÎ

Di sala 1932ʹyan de jî Kovara Hawar ji aliyê Celadet Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Kovar ku bi zimanê kurdî û tîpên latînî weşan dikir di dîroka ragihandina kurdî de bû qonaxeke nû. Di kovarê de mijarên çandî û wêjeya kurdî dihatin parvekirin. Her wiha çîrok û helbestên kurdî diweşandin. Kovara Hawar roleke girîng di belavkirina rêgezên zimanê kurdî de list û di warê pêşxistina çand û wêjeya kurdî de gaveke girîng bû.

Ji dema derketina Rojnameya Kurdistan ve û heta roja me ya îro , sîstemên dagirkerên Kurdistanê şerê çapemeniya kurdî dikin û bi rêya şerê xwe yê taybet, girtina saziyên ragihandinê hewl didin dîrok û çanda gelê Kurd reş bikin.

Bi avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di qada rojnamgeriya kurdî de gaveke nû hat avêtin. Tevgera şoreşgerî ya bi pêşengiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê girîngeiyeke mezin da qada rojnamgeriyê û di sala 1986ʹan Kovara Dengê Kurdistanê bi zimanê erebî dest bi weşanê kir.

Rojnamgeriya Kurd zanebûn û fikrekî şoreşgerî di nava xwendekar û rewşenbîrên Kurd û beşên din ên civakê de belav kir. Rojnameya Berxwedan ku bi zimanên kurdî û erebî weşan dikir, roleke girîng di avakirina kadroyên ragihandinê de list.

Damezirandina MED TV di sala 1995ʹan de li paytexta Belçîka Brukselê, qonaxeke nû di çapemeniya kurdî de bû. MED TV kenala kurdî ya yekemîn bû ku bal dikişand ser pirsgirêka gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê. Her wiha roleke girîng di belavkirina çanda kurdî û avakirina kadroyên ragihandinê de list.

ʹROJNAMBERIYA KURDÎ LI HEMBERÎ MÊTINGERIYÊ ŞER DIKE Û RASTIYA GELÊ KURD RADIGHÎNEʹ

/kr/uploads/files/2023/04/21/194256_-.webp

Rojnamevanê Kurd Halit Ermiş anî ziman ku rojnamgeriya kurdî di dîrokê de barekî mezin rakir û karîbû roleke girîng li Kurdistanê bilîze û got: "Ji ber ku ragihandina kurdî bi derfetên gelekî kêm li welatekî dagirkirî û parçekirî kar dike. Em dibînin ku rojnamgeriya kurdî  ji Rojnameya Kurdistanê dest pê bike heta MED TEV derveyî sînorê Kurdistanê hatin damezirandin, ruxmî vê yekê roleke girîng di belavkirin û pêşxistina zimanê kurdî de lîstin."

Halit Ermiş got: ʹʹDi dîrokî de rojnamgeriya kurdî bi tevgera kurdî ya siyasî û leşkerî bandor bû, nemeza piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û avabûna dewletnetewe ya mêtîngerî, rojnamegeriya kurdî rastî gelek hewldanên çewisandinê hat û gelek rojnamevanên Kurd hatin girtin."

Ermiş îşaret bi vê yekê kir ku damezirandina ragihandina azad ya ku bi  avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê re dest pê kir bû bingeha avakirina rojnamegeriya kurdî ku hêviyên gelê Kurd îfade dike û balê dikşîne ser rastiya ku li Kurdistanê diqewime. Her wiha diyar kir ku bi taybet li Bakurê Kurdistanê hejmareke rojnamevanên Kurd, di oxira ragihandina vê heqîqetê û belavkirina fikrê azad li tevahî cîhanê de giyanê xwe dan.

Rojnamevan Halit Ermiş destnîşan kir ku sedema pêşketina qada ragihandina kurdî fedakariyên ku rojnamevanên kurdî ji bo doza gelê xwe dane ye û got: "Ferqa di navbera rojnamevanên kurdî û yên din ên li tevahî cîhanê jî ev e. Rojnamevanên Kurd li hemberî mêtingeriyê disekinin û ji bo ragihandina heqîqet, çand û dîroka gelê xwe kar dikin."

ROLA ROJNAMENÊN KURD

Halit Ermiş bal kişand ser erka rojnamevanên Kurd jî û got: "Rojnamevanên Kurd erka rabûna li hemberî hewlanên qirkirina gelê xwe û erka rabûna li hemberî şerê taybet ên ku dewletên mêtîngerên Kurdistanê dimeşînin hildigirin. Her wiha erka hişyarkirina civaka kurdî bi hemû rêbazan û derfetên heyî hildigirin. Em dikarin bêjin ku rojnamevanên Kurd roleke girîng dilîzin, rê nadin mêtîngeran ku nasname û çanda gelê Kurd îmha bikin û fikrên paşverû di civakê de belav bikin."

Ermiş îşaret bi vê yekê kir ku rojnamvanên Kurd dikarin roleke mezintir û aktîftir di pêşxistina asta xwe de bilîzin û rastiya pirsgirêka kurdî analîz bikin. Ermiş wiha domand: "Ji ber ku pirsgirêka kurdî hîna bi awayekî siyasî nehatiye çareserkirin. Her tim ji rojnamevanên Kurd tê xwestin ku destkeftî û mîrasên rojnamegeriya kurdî ya ji dema damezirandinê ve heta roja me ya îro biparêzin. Divê rojnamevanên Kurd xwe di nava refên şoreşa gel de bibînin heta ku Kurdistan were rizgarkirin. Em dikarin bêjin ku rojnamevanên Kurd erka xwe bi serkeftî pêk anî.ʹʹ

Rojnamevan Halit Ermiş diyar kir ku gelek rojname, kovar û ajans bi zimanê kurdî weşanê dikin, lê nabin dengê gelê Kurd, lê xizmeta berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê dikin. Her wiha diyar kir ku ev sazî fitneyê belav dikin û xetereyeke mezin li ser ragihandina kurdî çêdikin.

LI KURDISTANÊ ŞOREŞA RAGIHANDINÊ JINÊ

/kr/uploads/files/2023/04/21/194350_-.webp

Rojnamevana di Radyoya Star FM de Dîcle Demhat jî bal kişand ser ragihandina jin û diyar kir ku di dîroka rojnamgeriya kurdî de ruxmî astengiyên mezin û ruxmî hemû cûreyên zulmê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê meşandin, ragihandina jinê roleke girîng list.

Dîcle Demhat diyar kir ku mîrasa mezin a rojnamgeriya jinan a kurdî ya di şoreşa Rojava de, vekirina ajans, radio û telefîzyoneke taybet bi jinan serketineke mezin di qada rojnamegeriya kurdî ne. Dîcle destnîşan kir ku ruxmî derfetên kêm ragihandina kurdî li hemberî ragihandinên dijber ên ku hewl didin heqîqeta Şoreşa Rojava veşêrin, sekinî.

Dîcle Demhat di dawiya axaftina xwe de got: "Bi saya têkoşîna jinên rojnamevan ên ku li eniyên şer, li hemberî alava şer a Tirk û hêzên tarî yên mîna DAIŞ û dewletên mêtîngerên Kurdistanê disekinin, gelek jin cihê xwe di saziyên ragihandinê digirin."

(bb)

ANHA