Li Derayê 4 welatî hatin qetilkirin

Hate ragihandin ku li Derayê di 2 bûyerên cuda de, 4 welatî hatin qetilkirin.

Li Derayê 4 welatî hatin qetilkirin
21 nîsan, 2023   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera "Kombûna Azad a Horanê", li bajarokê Misêfra yê rojhilatê Derayê çekdarên nenas gule li Hemze Îsa El Zuhbî, Eyhem Sonan El Zuhbî û Hesen Ebdulezîm El Zuhbî reşandin û di encamê de hersê kes hatin kuştin. Hate gotin ku her sê kes ne girêdayî tu aliyên leşkerî.

Li gorî heman malperê, li bajarokê Mehecê yê bakurê Derayê jî di êrişa bi guleyan a çekdarên nenas de, welatiyê bi navê Eymen Silêman El Cehîm hat kuştin û Silêman Mehmûd Subh El Mecarîs birîndar bû.

Li Derayê ku hikumeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê ji Tîrmeha 2018ʹan ve "Çareseriyan" pêk tîne, aloziya ewlehiyê dewam dike.

(bb)