Çiya Kurd: Beyanname piştgiriyê dide însiyatîfa çareseriyê ya NYʹyê

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser tevahî însiyatîfên çareseriyê xurt dike û piştgiriyê dide însiyatîfa NY`yê ya bi armanca çareseserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî.

Çiya Kurd: Beyanname piştgiriyê dide însiyatîfa çareseriyê ya NYʹyê
21 nîsan, 2023   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18ʹê vê Nîsanê beyannameyeke çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir. Beyanname ji 9 bendan pêk tê. Rêveberiyê diyar kir ku ji bo çareseriyeke siyasî pêk were ew amade ye bi hemû aliyên sûriyayî re diyalogan bike.

Têkildarî beyannameyê û girîngiya wê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Bedran Çiya Kurd ji ANHAʹyê re axivî.

Bedran Çiya Kurd got, ʹʹBeyannameya çareseriyê teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê, wekheviya mafan a di navbera hemû sûriyayan de dike. Di heman demê de teqeziyê li ser avakirina pergaleke nenavnedî ya pirrengî, demokratîk dike da ku jiyaneke azad mîsoger bibe. Her wiha beyannameya Rêveberiya Xweser teqeziyê li ser belavkirina serwet û berhemên aborî  bi awayekî adilane dike. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew amadeya pêşwaziya koçber û penaberan bike û têkoşîna li dijî komên terorîst bidomîne û bi Tirkiye û dewletên cîranê re bi aştî bijî."

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ev beyanname hat pêşkêşkirin di demekê de hemû însiyatîf û pêşniyarên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî û bidawîkirina azaran xetimîne û wiha domand: "Ev yek jî temenê aloziya Sûiryeyê dirêjtir û kûrtir dike, her wiha parçebûna di navbera ajnîdeyên herêmî de jî zêdetir dike. Em jî bi rêya vê beyannameyê dixwazin xebatên lêgerîn û şêwiran aktîf bikin da ku asoyên ber bi diyalogan û çareserkirina aloziyê ve vekin ku li gorî pêwîstiya sûriyayan, berjewendî û siberoja wan a adilane be."

ʹ JI BO VEGERA SÛRIYAYÊN LI DERVEYÎ WELAT GAVEKE SEREKE YEʹ

Çiya Kurd îşaret pê kir ku piştî erdhejê azarê gelê Sûriyeyê yê li Tirkiyê, herêmên dagirkirî û yên li welatên din zêdetir bû û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê em dixwazin azarên wan sivik bikin. Em berpirsyariyên mezin li pêşiya xwe datînin da ku çareseriyê pêşkêş bikin ku karibe rewşeke aram ya mayînde biafirîne. Em ê berpirsyariyeke mezin hilgirin da ku azarê gelê xwe yê li derveyî welat sivik bikin û destekê bidin Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û dewletên herêmê.  Ev  yek wê bibe gaveke sereke heta ku hawayeke guncaw a ji bo vegera ewlehe ya penaberên Sûriyeyê li herêmên xwe yên resen were avakirin. Ev gav wê bibe beşek ji bidawîbûna azarên sûriyayên li derveyî welat.  Di demekê de ku hewldanên nêzîkbûnê di navbera dewletên Ereb û Tirkiyeyê de hene, gelek guman li ser kêmbûna asoyên çareseriya siyasî ya ji bo siberoja Sûriyeyê hene."

Çiya Kurd di dewama axaftina xwe de got: "Di vê demê de, em bi vê beyannameyê teqez dikin ku aloziya Sûriyeyê bi hinek hewldanên normalîzekirinê çareser nabe. Lê mijar girêdayî veguhertina siyasî ya giştî ya li ser çawaniya tîfaqa tevahî sûriyayan û avakirina têkiliyan bi hemû aliyan re, ne li ser hesabê aliyên din e. Em dixwazin ku dewletên Ereban li ser vê mijarê kar bikin. Her wiha tevahî alî, bi taybetî ên herêmên Rêveberiya Xweser bi vê karî rabin. Ji ber ku ev herêm xwedî îmkan û hêmanên siyasî, leşkerî û aborî ne ku dikarin roleke girîng ji bo çareserî û afirandina istiqrarê li Sûriyeyê bilîzin. Di vê demê de me dît ku divê ev beyanname were pêşkêşkirin û derfet werin peydakirin da dewletên Ereb vê rolê pêk bînin."

ʹBEYANNAME HEMÛ ÎNSIYATÎFÊN ÇARESERIYÊ XURT DIKEʹ

Çiya Kurd destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser beyannameyeke sûriyayî û nîştimanî ye û got: "Armanc jê vê beyannameyê aktîfkirina diyalogên sûriyayî ye. Diyalogên navxweyî bingeha çareseriyê ye. Ji vê bingehê me xwe berpirsyar dît ku vê beyannameyê pêşkêş bikin. Ev beyanname ne alternatîfên beyannameyên din e û ne jî li ser hesasbê yên din e. Lê belê ev beyanname hemû însiyatîfên bi armanca çareserkirina aloziyê û dîtina çareseriya siyasî xurt dike. Her wiha destekê dide însiyatîfên Neteweyên Yekbûyî, piştgiriyê dide xebatên têkoşîna li dijî terora navneteweyî ya bi pêşengiya herêmên me û bi desteka navneteweyî  . Dîsa jî ev beyanname destekê dide bernameyên piştevaniya mirovî yên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî."

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku ev beyanname wê roleke girîng di dîtina çareseriyê ji aloziyên mirovî re bilîze û dê di warê aborî, xizmetguzarî û jiyanî de ji bo tevahî sûriyayan encamên erênî bi xwe re bîne. Her wiha got: "Me ev beyanname wekî dergehê çareserkirina hemû aloziyên siyasî yên li hundirê Sûriyeyê pêşêkş kir ku ji bo avakirina istiqrarê li welat û yekitiya xaka wê wê girîng be."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd  di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji diyalogan re amade ye ji bo ku ev beyanname bi serkeve.

(bb)

ANHA