Mîna her cejnê hêviya koçberan vegera li warên xwe ye

Mîna her cejnê, hêviya koçberên ku ji herêmên xwe yên dagirkirî dûr ketine ew e ku vegerin warên xwe.

21 nîsan, 2023   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hatina Cejna Remezanê re, koçberên li herêmê dixwazin vegerin warên xwe yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin.

Koçber hêvî dikin ku herêmên wan rizgar bibin, vegerin wir û cejna xwe bi xizm û cîranên xwe re pîroz bikin.

Li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku koçberên herêma Serêkaniyê lê bi cih dibin, amadekariyên cejnê tune bûn. Koçberan diyar kir ku ji dema koçber bûne de cejn nemaye.

Koçbera bi navê Fesla Semo El Hisên a ji gundê Um El Xêr ê Serêkaniyê ji ajansa me re wiha axivî: “Ji dema ku em ji gundê xwe koçber bûne, êdî em cejnên xwe wek berê pîroz nakin. Li gund, me xwe bi temamî ji bo cejnê amade dikir. Me berê cejn bi kêfxweşî pêşwazî dikir, lê niha dewleta Tirk a dagirker ev kêfxweşî tune kir.”

Fesla a 60 salî hêvî kir ku ew vegere bajar û gundê xwe û cejna xwe li wir pîroz bike.

Koçbera bi navê Sosin El Mihemed (30) jî got: "Ji ber dewleta Tirk a dagirker hîn jî cejna me kêm e, ji ber ku em ji warê xwe dûr in. Ji bilî berxwedanê tu rê tune ye heta ku herêmên me rizgar bibin û em lê vegerin."

Roza Hisên (50) a ji gundê Um El Xêr jî destnîşan kir ku ji ber dewleta Tirk a dagirker êdî nikarin serdana gorên miriyên xwe jî bikin.

Roza destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku vegerin gund û bajarên xwe.

Her wiha, koçbera bi navê Sara El Xidir a ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê got: "Berî ku em koçber bibin, me hemû amadekarî bi dilxweşî dikirin.  Lê niha tenê em pêdiviyên cejnê û cilên zarokan dikirin, hesreta vegera li Serêkaniyê hîn jî di dilê me de ye."

Koçberên Girê Spî jî yên ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de koçber bûn, heman hêvî kirin.

Hêviya koçberên bi navên Ebdurezaq El Omer û Şaha El Mustefa yek e ew jî vegera li warê xwe ye.

Hêviya koçberên Efrînê yên li kampên herêma Şehbayê jî dimînin jî mîna hêviyên koçberên Girê Spî û Serêkaniyê ye. Ew jî hêvî dikin ku warê wan rizgar bibe û lê vegerin.

Koçberên bi navên Nedîme Heyder û Mezlûm Fewzî jî li kêlek hêviya vegerê, hêvî kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. 

Koçberê efrînî yê bi navê Mazlûm Fewzî diyar kir ku berê mirov şadiya cejnê hîs dikir, ji ber ku ew di nav mirov û xizmên xwe de bû û di sibeha cejnê de serdana gorên miriyên xwe dikir û got: “Lê belê niha em edî cejna xwe tenê li hundirê kampê pîroz dikin.”

Fatme Şêxo jî wiha got: "Ev zêdetirî 5 sal in em li Şehbayê li hember êriş, dorpêç, serma û germê li ber xwe didin, hêviya me tenê ew e ku em vegerin Efrînê."

Her wiha, Zeyneb Mihemed destnîşan kir ku hêviya wan a sereke li malên xwe vegerin û cejinê li warên xwe pîroz bikin.

Fexriye Reşo jî hêviyên xwe wiha anîn ziman: "Pîrozbahiya cejnê li vir vir û Efrînê ji hev pir cuda ye. Em xweşiya cejnê hîs nakin ji ber ku em dûrî xaka xwe ne, hêviya me ew e ku em vegerin xaka xwe û li wir cejna xwe pîroz bikin."

Ferîde Bekir jî got: "Me berê gelek cûreyên xwarinê ji bo cejnê amade dikirin, lê belê niha ew coş li ba me nemaye. Gava ku ez rojên Efrînê tînim bîra xwe ez gelekî diêşim, hêviya min ew e ku em vegerin mala xwe û cejna xwe li ser xaka xwe pîroz bikin."

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0wZDds-Wa2s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>