Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn dibe asteng

Siyastmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku tecrîd li pêşiya xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn dibe asteng.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn dibe asteng
21 nîsan, 2023   01:47
QAMIŞLO

Dewleta Tirk ji beriya 25 salan ve sûcên ne exlaqî, ne qanûnî û ne mirovî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne û tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, her wiha malbat û parêzerên wî ji 25'ê Adara 2021'an ve ew nedîtiye.

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:" Fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya yekane ya aloziyên Rojhilata Navîn e."

/kr/uploads/files/2023/04/20/201707_-.webp

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Partî, Ciwan Seko got: “Dewleta Tirk a dagirker ji ferzkirina tecrîdê armanc dike ku fikr û felsefeya wî dorpêç bike, ji bo ku li Rojhilata Navîn belav nebe.”

Seko wiha domand; “Hewldanên dewletên komploger têk çûn, ji ber ku civakên Rojhilata Navîn îro di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de rêya xilasiya ji aloziyên siyasî, aborî û civakî dibînin.Gelan xwedî li projeya biratiya gelan û netewa demokrat derket. Tişta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, li ser serkeftina vê felsefeyê mînak e.”

Seko destnîşan kir ku cîhan deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e û anî ziman ku ew dê têkoşîna xwe dewam bikin heta ku mafên gelan ên rewa bi dest bixin.

Ciwan Seko bang li partiyên kurdî kir ku asta xebat û têkoşîna xwe bilind bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber bi dest bixin.

TECRÎD XEBATÊN AŞTIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN ASTENG DIKE

/kr/uploads/files/2023/04/20/201724_-.webp

Endama Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Biratî ya Kurdistanê Hiyam Nacî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji beriya çend salan ve tê dikoşe da ku aştî û azadiyê pêk bîne. Her wiha diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn dibe asteng.

Hiyam Nacî bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe bicive.

Têkildarî rewşa jinan di belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan de, Hiyam wiha got: "Jin dê rêya azadiyê bi rê ve bibe û civakek azad û demokratîk ava bike. Ji ber vê, divê jin kar bikin û fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bikin. Her wiha banga azadiya wî ya fîzîkî bikin.”

Hiyam Necî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêzek da jinan ku xwe birêxistin bikin. Her wiha bang li tevahî jinan kir ku têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin.

(dm/şx)

ANHA