Salih Muslim: PYD her alîgira çareserî û diyalogê ye

Salih Muslim diyar kir ku ji bo jiyankirina deklerasyona çareseriyê ya Rêveberiya Xweser tişta ji destê wan bê ew ê bikin û got: “PYD ji sala 2011`an ve rêya 3`yemîn esas digire, tu cara li pêşiya diyalogê nebûye asteng û hemû hewildanên me ji bo çareseriyê ne.”

Salih Muslim: PYD her alîgira çareserî û diyalogê ye
21 nîsan, 2023   04:00
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hevserokê Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê deklerasyona ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 18 mehê ji bo çareseriya krîza Suriyeyê eşkere kiribû û rexneyên hinek alî ji bo partiya wan kiribûn de ji ANHA`yê re axivî.

`HÎMÊN ESASÎ HATINE EŞKERE KIRIN`

Salih Muslim, destnîşan kir di demeke ku welatên Ereban dixwazin têkiliyên xwe bi hikûmeta Şamê re çêbikin her wiha Rusya hewil dide hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê nêzî hev bike de eşkere kirina beyannameya Rêveberiya Xweser girîng e. Muslim, diyarkir ku Rêveberiya Xweser hîmekê esasî yê çareseriya Suriyeyê ye û wiha dewam kir: “Heta niha Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê gelek hewildan kirin, lê çareserî çênebûye û ev jî ji aliyê gel û derdorên cûda de wekî kêmasiyek hatiye dîtin. Bi eşkerekirina vê beyanameyê re hîmên esasî yên çareseriyê hatin diyarkirin. Bi vî rengî wê her alî zanibe ku Rêveberiya Xweser çi dixwaze.”

`BERSIVA GELEK REXNEYANE`

Salih Muslim, balkişand ku beyanname ji bo rexneyên wekî “Rêveberiya Xweser parçebûna Suriyeyê diwxaze, çareseriyê naxwaze û di bin bandora Amerîkayê de ye” bersivek zelal e û got: “Ev 9 xalên di beyannameyê de gelekî girîng in. Tiştên berê me nîqaş dikir cardin danîn ser masê. Bangawazî ji herkesî re tê kirin ku destê xwe têxin bin kevir ku ji çareseriyê re alîkar bin.”

`EM Ê HEMÛ HÊZA XWE TEVLÎ BIBIN`

Hevserkê PYD`ê diyar kir ku ew jî wekî hêzeke siyasî wê têkiliyên xwe yên derve û hundir hemûyan bixin xizmeta pêkanîna beyannameyê û got: “Em dixwazin xalên di beyannameyê de hatine gotin bi cih werin û em jî têde cih bigrin, alîkar bin. Rêxistina me di nav gel de heye, em ê karibin ji gel re jî bingehekê ava bikin.”

BERSIVA REXNEYAN

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim di dawiya axaftinên xwe de rexneyên wekî “PYD li pêşiya tevlîbûna Kurdan ji bo diyalogan asteng e” bersivandin û bi van gotinan careke din balkişand ser rola PYD`ê: “Heya niha çi ji destê PYD hatibe kiriye. Beriya mijara diyalogê jî PYD hebû. PYD ji sala 2011`an heya niha rêya 3`mîn girtiye û li ser vê bingehê jî hemû hewildanên xwe ji bo çareseriyê pêş dixe. Li pêşiya diyalogê tu carî nebûye asteng. Diyalogên heta niha ji aliyê Rêveberiya Xweser û MSD ve hatine meşandin. Di nav MSD`ê de ne tenê PYD, hemû partî cih digrin. Di nav Rêveberiya Xweser de jî hemû pêkhate cih digrin. Em tu carî li pêşiya diyalogê nebûne asteng, lê hinek me dikin hincet û dixwazin PYD tine bibe. Lê ev tu carî nepêkane. Hebûna PYD`ê ji bo çareseriyê erêniyê.”

ANHA