Rêveberê Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyeyê beyannameya Rêveberiya Xweser nirxand

Endamê Polîtburoya Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyeyê Tariq El Ehmed destnîşan kir ku ew tevlî nirxandina sedemên aloziya Suriyeyê û rêya diyalogê ya beyannameya Rêveberiya Xweser dibin, lê her hêzeke ku çareseriyê dixwaze divê diyalogê li ser bingehên rasteqîn pêş bixe, hemû hêz û partiyên siyasî bêyî dûrxistina tu aliyan beşdar bike.

Rêveberê Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyeyê beyannameya Rêveberiya Xweser nirxand
21 nîsan, 2023   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tariq El Ehmed derbarê beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku 18’yê Nîsanê (2023) ji bo çareseriya aloziya Suriyeyê eşkere kiribû de, ji ANHA’yê re axivî. 

‘MIN JÎ ANÎBÛN ZIMAN’

El Ehmed destnîşan kir ku di beyannameyê de li ser sedemên karesat û aloziya Suriyeyê, her wiha rêya çareseriyê hatiye rawistîn û got: “Bi qasî ku ji xalên beyannameyê xuya dibe, îşaret bi hin sedemên karesata Sûriyeyê hatiye kirin. Ew jî xwendin û analîzkirina şaş a hêzên di aloziya Sûriyeyê de cih digirin û lawaziya beşdarkirina van hêzan e. Em tevlî vê nirxandinê dibin. Berê jî bi gelek minasebetan min ev tişt anîne ziman.”

‘TIŞTÊN KÊM HENE’

Tariq El Ehmed diyar kir ku di beyannameyê de hin tiştên kêm hene û ev rexne kirin: “Tişta ku min di beyannameyê de nedîtiye ev e: Yên ku hin alî paşguh kirin kî ne? Li gorî min Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yek ji wan e û nehiştiye Kurd beşdarî diyalogê bibin. Bi ya min, kesên ku ev beyanname nivîsandine diviyabû bi zelalî aliyên ku bi zanabûn Kurdan di danûstandinan de paşguh dikin, destnîşan kiribana.

Xalek din a pir girîng ew e ku di beyannameyê de îşaret bi dagirkeriya Amerîkayê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serweriya li ser bîrên petrolê nehatiye kirin. Divê hemû dagirkerî hatibana bibîrixsistin. Ji ber ku pênasekirina rast dê pêşniyarên çareseriyên rast bi xwe re bîne.”

‘EM BI DIYALOGÊ RE NE’

Têkildarî banga Rêveberiya Xweser a ku dibêje “Em ji bo diyaloga çareseriyê ya bi hikûmeta Şamê û hemû aliyên din ên Sûriyeyê re amade ne” jî El Ehmed ev nirxandin kir: “Beriya demek dirêj me diyaloga bi hikumeta Sûriyeyê û hemû hêzên siyasî yên Sûriyeyê re pêşniyar kiribû. Ez dikarim li ser zimanê hemû hêzên siyasî bêjim ku divê diyalog bi hemû hêzên siyasî re be; em jî bi vê yekê re ne.”

‘DIVÊ ÇARESÎ LI HUNDIR BE’

Endamê Polîtburoya Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyeyê Tariq El Ehmed di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku dive çareseriya aloziya Sûriyeyê li hundir welat be û got: “Divê hêzên ku astengiyê çêdikin û yên ku dixwazin mîna parvekirinek siyasî aliyên opozîsyona derve beşdarî diyalog an jî dan û standinan bikin bên dûrxistin. Bawer im ku her tîmeke dixwaze karekî baş bike û çareseriyê ji aloziyê re peyda bike, divê diyalogê li ser bingehên rasteqîn pêş bixe, hemû hêz û partiyên siyasî bêyî dûrxistina tu aliyan beşdar bike. Ya rast jî ev e.”

ANHA