Bihara gundê Maşûqê

Zevî û darên hêşîn, kulîlkên rengîn û barebara berxikên li ber makên xwe rengê biharê daye gundê Maşûqê. 

Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
Bihara gundê Maşûqê
20 nîsan, 2023   09:21
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLÛL

Demsala biharê xemla xwe daye Rojavayê Kurdistanê jî. Bi baranên dawî re bêhn û rengîniya xwezaya ji zivistanê derketiye vebûn.

Li gundê Gundê Maşûqê yê girêdayî Navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo jî bêhn û rengê biharê belav dibe.

Zeviyên genim ku ji payîzê de hatine çandin û baxçeyên zeytûnan rengê kesk daye derdora gund. Kulîlkên li nava zeviyan, derdora kaniya gund û nava malan bişkivîne jî bêhna xwezayê belav dikin. Gundiyên sewalên xwe derdixînin çêreyê û barabara berxikan xemla gund temam dikin. 

ANHA