Li Efrînê û gundewarên Helebê tevgerên artêşa Tirk

Li kantona Efrînê ya dagirkirî û gundewarên rojavayê Helebê tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê hene.

Li Efrînê û gundewarên Helebê tevgerên artêşa Tirk
20 nîsan, 2023   09:37
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Li seranserê eniyên şer ên bi ser kantona Efrînê ve, navçeyên Şera û Şêrawayî heta bi gundewarên rojava yên Helebê; Daret Izê, Qubtan El Cebel û Atarib, tevgereke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku koma Heyet Tehrîr El Şamê civînek ji serçeteyan re li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê li dar xist.

Li gorî heman çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên navîn û giran û leşker li nuqteyên xwe yên li eniyên şer zêde kirin.

Her wiha çavkaniyên ji hundirê Efrînê eşkere kir ku li bajêr û gundewarên wê tevgereke zêde ya MÎT′ê heye.

Di çend rojên borî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran herêmên Şera û Şêrawayê topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin gihandin mal û milkên welatiyan. Li kêleka wê jî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û balafirgeha Miniqê ya leşkerî ya li ser rêya navneteweyî ya 214 a li bakurê Helebê, topbaran kirin.

Bi awayekî rojane li bakurê rojavayê Sûriyeyê; li gundên Kefir Emê, Ebzîmo, Kefir Teal û Qubtan El Cebel di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de şer heye.

(fr)

ANHA