Artêşa Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kirin
20 nîsan, 2023   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku vê sibehê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên li ser sînor ên Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kirine.

Der barê ziyanên jiyanî û madî yên bombebaranê de agahî bi dest neketin.

Dewleta Tirk a dagirker di Nîsana 2022’yan de êrişeke berfireh a hewayî û bejahî li ser Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn û gelek gund hatin valakirin.