Hinceta dewleta Tirk a tecrîdê: Ji ber ‘sedemên ne di dest de’ hevdîtin tên astengkirin

Derket holê ku Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk ji Wezareta Edaletê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nêrîn xwestiye û wezaretê îdia kiriye ku "muameleyeke xirab" tune ye û ji ber “sedemên ne di destê wan de” hevdîtin hatine qutkirin.

Hinceta dewleta Tirk a tecrîdê: Ji ber ‘sedemên ne di dest de’ hevdîtin tên astengkirin
20 nîsan, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji 2 salan zêdetir e ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Hevdîtin bi awayekî keyfî û sîstematîk tên astengkirin û cezayên dîsîplînê lê tên ferzkirin.

Parêzeran serî li Dadgeha Destûrê ya dewlet Tirk dabû û diyar kir ku bi taybetî ji sala 2021’an ve ji ber tecrîda girankirî û astengiyan, muwekîlên wan rastî muameleya xirab tên.

Di 8 salên dawî de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dehan caran serî li Dadgeha Destûrê daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha Destûrê ji nav van serlêdanan der barê 23 serlêdanan ji Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk nêrîn xwestiye.

Wezaretê têkildarî qedexeya hevdîtinê, cezayên dîsîplînê, mafên axaftina bi telefonê, qedexeyên li Îmraliyê yên di dema Rewşa Awarte de û gelek mijarên din, nêrîn pêşkêşî Dadgeha Destûrê kir.

Her wiha Dadgeha Destûrê der barê 23 dosyeyan de ji Buroya Hiqûqê ya sedsalê nêrîn xwestiye.

Wezaretê di 24’ê Adarê de nêrînek pêşkêşî Dadgeha Destûrê kiriye û hate îdiakarin ku wezaretê gotiye tecrîda li Îmraliyê “ne muameleya xirab e” û îdia kir ku mualemeya xirab “li gorî kesan diguhere”, biryarên têkildarî astengkirinê bi bîr xistin û tecrîd “sivik” dît.

Wezaretê îdia kir ku mafên hevdîtina bi malbat, parêzer, telefon, wergirtin û şandina nameyan jî li gorî qanûnê tên sepandin.

Wezaretê bal kişand ser pêknehatina hevdîtinên malbat û parêzeran û wiha got: “Di hevdîtinên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan de û serlêderên din ên li heman girtîgehê, ji ber sedemên ne di dest de pêkhatina astengiyan û girtina tevdîrên xurt ên ewlehiyê rewşeke maqûl e…”

Wezaretê îdia kir ku redkirina daxwazên hevdîtinê ne rewşeke kêfî ye û sedema vî tiştî jî wek qedexeyên hevdîtinên bi serlêder û parêzeran re diyar kir.

Dadgeha Destûrê di 3'yê Nîsanê de piştî ku wezaretê nêrîna xwe pêşkêş kir, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî nêrîn xwest. Parêzeran heta 18'ê Nîsanê li ser 23 dosyayan nêrînên xwe dan û diyar kir ku argumanên ji aliyê wezaretê ve têkildarî astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re hatiye kirin, ne rast in.

Her wiha parêzeran bal kişand ser biryara Benalî-Lîbyayê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi bîr xist ku qedexeya îşkenceyê ya NY’yê bi astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran hatiye binpêkirin û ev rewş wekî "necommunicado” (têkîlîdanenîna teqez) hate binavkirin.

Parêzeran diyar kir ku berevajî îdiayên wezaretê divê serlêdanên wan di çarçoveya xala 17’emîn a destûrê (qedexekirina muameleya xirab û îşkenceyê) de bên kirin.

Parêzeran bal kişand ser qanûnên navneteweyî û neteweyî û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de mafên Rêber Abdullah Ocalan û muwekîlên din hatine desteserkirin.

Dadgeha Destûrê bi salan e serlêdanên parêzeran nabersivîne û nayê zanîn bê ka ev serlêdanên dawîn dê kengê werin bersivandin.