Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Remezanê pîroz kir û hêvî kirin ku aştî li Sûriyeyê serwer bibe û koçber vegerin warê xwe.

Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
Hêviyên Cejna Remezanê: Aramî û vegera li warên xwe
20 nîsan, 2023   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî mehekê ji rojhiyê, umeta Îslamê Cejna Remezanê pêşwazî dike. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê minasebetê hêvî kirin ku li tevahî Sûriyeyê aramî û îstiqrara serwer bibe.

Emar El Mihemed ê ji şêniyên Reqayê hêvî kir ku cejn bibe wesîleya xêrê û rewş baştir bibe.

Mistefa El Xanim ê ji Tebqayê jî hêvî kir ku aştî û hezkirin li tevahî axa Sûriyeyê belav bibe û ev cejn bibe sembola jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de.

Ji şêniyê bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê jî Elî El Eswed hêviyên xwe wiha anîn ziman: "Em bi hêvî ne êşa gelê Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî êş û azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin û qonaxa bê bibe pêvajoya ewlehî, îstiqrar û jiyana hevbeş."

Fewaz Nasir ê ji şêniyên bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê jî hêvî kir ku di nava sûriyeyiyan de hevgirtin pêk were û êşên wan bi dawî bibin.

Ehmed El Elî yê ji heman bajarokê jî wiha got: "Em hêvî dikin ku aştî li tevahî Sûriyeyê misoger bibe."

Ewde El Zexîn ku ji navçeya Til Birak a kantona Qamişloyê ye, Cejna Remezanê li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku sûriyeyî di vê cejnê de li hevdu kom bibin û koçber vegerin warê xwe.

Welatiyê bi navê Hesen Sadûn ê ji Til Birakê jî hêvî kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû waran de pêşketin çêbibe.

Hac Mehmûd Mihemed ê ji kantona Hesekê jî diyar kir ku bi cejnê re şadî û hevgirtinê tê, hezkirin di nava ferdên civakê de zêdetir dibe, dost û hogir li hev kom dibin û got: “Bi başbûna çandiniyê li herêmê re kêfxweşiya me zêdetir dibe.”

Ji navçeya Holê ya Hesekê jî Sebah Ewad El Delê axivî û hêvî kir ku ewlehî li herêmê û Sûriyeyê serwer bibe.

Welatiyê ji Şedadê Ela El Feyad jî hêvî kir ku rewş aram bibe, penaber vegerin ware xwe û got: "Ruxmî bihabûnê, hîna şadiya cejnê heye. Hêvî dikim ku kesên ji warê xwe dûr ketine, li malên xwe vegerin.”

(fr/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BmLHhfM-Rp4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/giRsDHEoOO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8QWIqs0H3FE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EQb7TQCuHSU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>