Rojnameyên erebî: Têkildarî krîza Sûriyeyê dê li Umanê civînek bê lidarxistin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa tevgerên têkildarî krîza Sûriyeyê, rageşiya leşkerî ya li Sûdanê û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Têkildarî krîza Sûriyeyê dê li Umanê civînek bê lidarxistin
20 nîsan, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Çavkaniyan destnîşan kir ku di civîna wezîrên karên derve ya Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Kendavê, Iraq, Misir û Urdinê de li ser avakirina komîteyeke erebî di civîna Umanê de hate lihevkirin. Ew civîn dê piştî cejna Remezanê bê lidarxistin. Rola komîteyê ew e ku çareyeke siyasî ji krîza Sûriyeyê re di aliyên hundirîn, herêmî û navneteweyî de pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî di destpêka salê de ragihandibû ku Urdinê ji bo çareya siyasî ji krîza Sûriyeyê re însiyatîfek daye destpêkirin. El Sefedî piştî hevdîtina xwe ya li gel nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NY′yê Geir Pedersen a li Umanê diyar kir ku însiyatîfa diyaloga siyasî ji bo çareserkirina krîzê dest pê dike.

El Sefedî got însiyatîfa bi hevkariya Ereban pêk tê û baweriyek heye ku ne pêkan e krîza Sûriyeyê dewam bike û çareya siyasî kilîta bidawîbûna wê ye.

Serokê Komeleya Zanistên Siyasî ya Urdinê Dr. Xalid Şinêkat civîna Umanê wekî gava duyemîn a civîna Cedayê wesif kir, nexasim Urdin xwedî li însiyatîfa dîplomasiyê derket, da ku têkiliyên Sûriye-Ereban "gav bi gav" werin pêkanîn. Van têkiliyan bi awayekî berbiçav dest pê kir.

Mamosteyê zanista siyasî yê li Zanîngeha Haşimiyê Dr. Cemal El Şelebî jî got dewletên Ereban bawer in ku pêwîstî bi tevgerekê heye û divê Sûriye ji nava Ereban neyê tecrîdkirin. Israreke erebî ya bidawîkirina krîza Sûriyeyê heye, nexasim komek ji guhartinên herêmî yên mezin heye. Ev hevdîtin jî derfetek ji bo vegera Şamê li rewşa wê ya xwezayî ye.”

‘TEVGEREKE MEZIN A KOÇBERIYA WELATIYAN BER BI XERTÛMÊ VE HEYE’

Li ser rewşa Sûdanê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn di roja 5′an de şer dikin. Lê duh agirbest hate binpêkirin. Li gorî bîlançoya NY′yê heta niha herî kêm 300 kes hatine kuştin û bi hezaran welatî revîn Xertûmê. Duh, piştî aliyên dijber li hev kir, agirbesta li Sûdanê kete qonaxa pratîkê. Agirbest dê 24 saetan dewam bike.

Rumxî agirbestê, tevgereke mezin a welatiyan ber bi Xertûmê ve heye. Bi hezaran jin û zarok ber bi parêzgehên derveyî Xertûmê ve çûn. Ew welatî di nava cenazeyên re derbasî bûn. Li derdora Qesra Serokatiyê ya li Xertûmê şerekî tund di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de rû da.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Xertûmê jî depoyên balafiran teqîn. Serokê Komseriya Mafên Mirovan a Sûdanê Rifet Emîn bang li artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn kir ku şer rawestînin û agirbestê mayînde bikin, her wiha bang li hemû aliyan kir ku pabendî agirbestê bin û welatiyan, cihên stratejîk û avahiyên giştî biparêzin."

(fr)