Artêşa dagirker êrişî koma alîkariyê kir

Li nêzî Eyn Îsayê tankerek qulipî. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Şaredariya Gel ên ku ji bo alîkariyê çûn cihê bûyerê, rastî êrişa artêşa Tirk a dagirker hatin.

Artêşa dagirker êrişî koma alîkariyê kir
19 nîsan, 2023   08:38
EYN ÎSA

Duh di saetên derengiya şevê de li nêzî gundê Dibis ê navçeya Eyn Îsayê, tankereke sotemeniyê qulipî.

Ji ber bûyerê rêya M4 zêdetirî 2 saetan hat girtin û miqdareke zêde ya sotemeniyê rijiya erdê.

Li ser bûyerê komeke endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Şaredariya Gel a Eyn Îsayê berê xwe da cihê bûyerê. Kesên bi hawara ajokar de çûbûn, ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên navîn hatin hedefgirtin.

Ji ber hedefgirtinê sotemeniya li erdê belav bûye, nehat paqijkirin. Ev yek jî xetereyê li ser ajokarên li ser rêya M4 çêdike.

(c)

ANHA