‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta aştiyê ye’

Salih Gedo destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta aştiyê ji bo Sûriyeyê ye û got “Beyannamme rewş û aloziya Sûriyeyê bi kûrahî analîz dike û tê de hemû aliyên siyasî, aborî û civakî hene. Her wiha wekheviyê di navbera tevahî pêkhate, hêz û aliyên siyasî yên li Sûriyeyê de pêk tîne.”

‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta aştiyê ye’
19 nîsan, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (18′ê Nîsanê) beyannameyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ya ji 9 xalan pêk tê, eşkere kir.

Rêveberiya Xweser di beyannameya xwe de girîngî da yekitiya xaka Sûriyeyê û diyar kir ku ew amade ye bi hikumeta Şamê û tevahî aliyên Sûriyeyê re diyalog û hevdîtinan bike.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê Salih Gedo têkildarî mijarê got beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo krîza Sûriyeyê û sûriyeyiyan kilîta aştiyê ye û wiha dom kir: "Ji ber ku ev beyanname rewşa Sûriyeyê û krîza wê bi kûrahî analîze dike, tê de hemû aliyên siyasî, aborî û civakî hene û wekheviyê ji tevahî pêkhate, hêzên û aliyên siyasî yên li Sûriyeyê re dike."

Gedo diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser doza Kurd bike rojeva xwe ya bingehîn.

Gedo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi vê beyannameyê eşkere dike ku çareserkirina krîzê tenê bi rêya diyalogê û beşdariya gelê Sûriyeyê û dûrî ajandeyên dewletan pêkan e.

Salih Gedo di dawiyê de bang li tevahî sûriyeyiyan, hêz, partiyên siyasî, aliyên neteweyî û hikumeta Şamê kir ku xwedî li beyannameyê derkevin, nîqaş bikin û xwedî helwestên erênî bin ku bikevin xizmeta gelê Sûriyeyê.

(fr/c)

ANHA