​​​​​​​Topbarana li dijî gundewarên Şehba û Şêrawayê firehtir bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina gundên navçeya Şêrawa û herêma Şehbayê didomîne. Hemwextî wê, li asîmanê herêmê balafirên keşfê digerin.

​​​​​​​Topbarana li dijî gundewarên Şehba û Şêrawayê firehtir bû
16 nîsan, 2023   17:15
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Aqîbê, Soxanek, Zirneît, Miyase û Bênê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin. Li aliyekî din topbarana li dijî gundê Aqîbê berdewam e.

Her wiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û balafirgeha Minixê ya herêma Şehbayê hatin hedefgirtin. Li gorî agahiyan heta niha derdora 545 top li herêmên navborî ketine. Di encamê de xesarên madî li malên şêniyan pêk hatine.

Navendeke hêzên hikumeta Şamê jî rastî topbaranê hat. Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerin.

(şx)

ANHA