Li gundewarê Hema û Dêrazorê DAIŞ`ê êriş kir

Di êrişeke çeteyên DAiŞ`ê de li gundewarê Dêrazorê 26 kes hatin kuştin. Di nava wan de endamên hêzên hikumeta Şamê hene.

Li gundewarê Hema û Dêrazorê DAIŞ`ê êriş kir
16 nîsan, 2023   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dema şêniyan dombelan kom dikirin li rojhilatê Hemayê, çeteyên DAIŞ`ê êriş wan kir. Di encamê de 26 kes hatin kuştin. Di nava wan de leşkerên hikumeta Şamê hene.

Di bûyereke din de, SOHR`ê bi bîr xist ku li gundewarê Dêrazorê di êrişekê de ku li gorî pêşbînin SOHR`ê ya çeteyên DAIŞ`ê ye, 4 şivan hatin kuştin û 2 şivanên din jî hatin revandin.

SOHR`ê eşkere kir ku çekdar li motorsîklêtan siwar bûbû û hemû keriyên pez dizîn.

(şx)