Li Iraqê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku hêzên wan li Mûsilê 4 çeteyên DAIŞ’ê girtine. Yek ji çeteyên hatine girtiyek, xeternak e.

Li Iraqê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
16 nîsan, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonek hêzên wan de, li Musilê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan di dema xwe de dijî hêzên ewekarî yên Iraqê şer kirine û bi navê cuda kar kirine.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Yek ji çeteyan li Diyale, Kerkûk û Musilê diçû û dihat û weke serkirdeyek metirsîdar ê DAIŞ’ê tê nasîn.”