′Dê ala têkoşînê  li ba be′

Ji bo şervanê YPGʹê Baran Nisêbîn merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin. Di merasîmê de fedakariyên şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat silavkirin û hate gotin, dê ala têkoşînê her tim li ba be.

′Dê ala têkoşînê  li ba be′
′Dê ala têkoşînê  li ba be′
′Dê ala têkoşînê  li ba be′
′Dê ala têkoşînê  li ba be′
′Dê ala têkoşînê  li ba be′
′Dê ala têkoşînê  li ba be′
′Dê ala têkoşînê  li ba be′
16 nîsan, 2023   12:23
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîda a Qamişloyê ji bo şervanê YPG′ê Mihemed Sarî (Baran Nisêbîn) merasîmê sersaxiyê li taxa Xerbî li dar xist. Baran Nisêbînê 14′ê Nîsanê di encama bombebarankirina balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke de li Qamişloyê şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Qamişlo û gundewarên wê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, ewlehî, saziyên sivaka sivîl û partiyên siyasî yên Qamişloyê beşdar bûn.

Li bin konê sersaxiyê wêneyên şehîd, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, QSD′ê û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ubeyd Etê axivî û fedakariyên şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir.

Etê da zanîn ku divê têkoşîn were xurtkirn, hesab ji ajan û xwefiroşan were xwestin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku îradeya gelan têk bibe, Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bike hedef. Ji lew re divê em li dijî van ajanên dagirkeran bisekinin."

Etê şehîd Yûsif Gulo û wiha pê de çû: "Şehîd Yûsif Gulo her tim digot ew ê zarokên xwe ji bo azadiya gelan û doza Kurd feda bike. Em soz didin hevjîna şehîd Baran û her sê zarokên wî  ku em ê li ser rêça şehîd bimeşin. Rihê welatparêziyê têk naçe û dê ala têkoşînê bilind bimîne."

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Zên Eslan wiha got: "Şehîd Baran, kurê Bakurê Kurdistanê ji Nisêbînê ye. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû, ji ber vê yekê tev li şoreşa li herêmê bû."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA