Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê hat hilbijartin

Duh Kongreya 5’emîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê hate li darxistin. Îro jî di civîna yekemîn de hevserokatiya Desteya Rêveber hat hilbijartin.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê hat hilbijartin
16 nîsan, 2023   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 5’emîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê duh bi beşdariya 450 mêhvan û delegeyan bi dirûşma ‘Bi Xemla Nîsanê Şengal Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin’ li navçeya Sinûnê ya Şengalê hate li darxistin. 5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hilbijartina hevserokên meclisa giştî, cîgirên hevserokatiyê û 101 endamên meclisa giştî bi encam bû.

Civîna yekemîn a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro li gundê Dugurê bi beşdariya piraniya endamên meclisê pêk hat.

Di civînê ji bo hevserokatiya desteyê û cîgirên wan hilbijartin hatin kirin û rêveberiya nû a Deseteya Rêveber ji 5 kesan hatin hilbijartin. Endamên meclisa nû soz dan ku ew ê li ser xeta Şehîd Merwan Bedel û tevahiya Şehîda bin  û ji bo Şengala Xweser û Azad têbikoşin.

Di encama hilbijartine de Xwedêda Eliyas û Rîham Hesen carekî din bûn hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê. Her wiha Caglîn Şengalî wek cîgira jin û Xalid Qasim û Dexîl Îbrahîm jî wek cîgir hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinê hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê ê berê Heso Îbrahîm wêneyên Şehîd Merwan Bedel ku di encama êrişên Dewleta Tirk û PDK’ê de şehîd bûbû, diyarî Desteya Rêveber a nû kir û  karê wan li wan pîroz kir.

Her wiha Desteya Rêverber a Şengalê jî ji bo meşandina kar û xebatan sond xwarin.

Hevseroka Desteyê Rîham Hesen jî axivî, hemû endamên meclisa xweseriyê pîroz kir û soz da ku ew ê ji bo avakirina Şengala Xweser û azad kar bikin.

Civîn bi dirûşmên ‘Şehîd namirin, bê Serok jiyan nabe’  bidawî bû.