​​​​​​​Li Îranê zextên li ser jinan zêdetir dibin

Polîsên Îranê ji bo jinên ku qanûna nixumandina serî binpê dikin tespît bikin û ceza bikin, dest bi bikaranîna teknolojiya serdema dawî kir.

​​​​​​​Li Îranê zextên li ser jinan zêdetir dibin
16 nîsan, 2023   11:54
NAVENDA NÛÇEAN

Polîsên Îranê li ser înternetê daxuyaniyek dan û gotin, ji îro û pê ve wê li ser rê, li wesayitên girseyî, li hin navendan hewldanên plankirî wê bikevin meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo tespîtkirina kesên ku qanûnê binpê dikin, wê teknolojî bê bikaranîn. "

Tedbîrên nû piştî serhildana gel a bi meha Îlonê re destpê kir û jin bi taybetî li ber qanûna kincên Îslamî rabûn, ketin rojevê.

Rayedarê polîsan Hasan Mofahamî got, "Li gorî qanûnên heyî nenixumandina serî sûc e."

Rayedar got, "Mirovên ku qanûnê binpê dikin, ji kiryarên xwe berpirsyar in. "

Mofahamî her wiha ragihand ku şîrketên dihêlin ku xebatkar serê xwe nenixumînin wê beriya girtinê bêne hişyarkirin.