​​​​​​​Hewldanên vegerandina Şamê li Komkara Erebî rojeva medyaya erebî bû

Vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, têkiliyên Misir-Tirkiyeyê û rewşa Îsraîlê rojava rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

​​​​​​​Hewldanên vegerandina Şamê li Komkara Erebî rojeva medyaya erebî bû
16 nîsan, 2023   04:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî yek ji rojevên rojnameyên erebî ye.

ʹPIŞTÎ 12 SALAN JI TECRÎDKIRINÊ, SÛRIYE NÊZÎ VEGERA LI CIVATA EREBAN DIBEʹ

Têkildarî mijarê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Piştî 12 salan ji tecrîdkirina dîplomatîk û şerê domdar, Sûriye nêzîk dibe ku bi rêya Erebistana Siûdî vegere Komkara Erebî. Bi mijara ku Şam careke din li Komkara Erebî vegere, Erebistana Siûdî roja înê civîneke herêmî li dar xist. Dîplomatekî got Erebistana Siûdî serkêşiya tevahî hewldanan dike, lê di bin sîwana Meclisa Tevkariya Kendavê de.

Di Mijdara 2012ʹan de Komkara Erebî (Ji 22 endaman 18 endaman) beşdarbûna Sûriyeyê ya nava civînên xwe sekinand. Sedema vê yekê ew bû ku Şamê dayîna sînorekê ji tundiya ku li dijî xwepêşandanên gel ên ku di Adara 2011ʹan de pêk tîne, red kir.

Di wê rojê de dewletên rojavayî û Tirkiyeyê piştgirî da vê gavê. Lê Rûsya, Îran, Iraq û Lubnanê derxistina Sûriyeyê ji komkarê red kir. Her wiha Komkara Erebî cezayên li ser Sûriyeyê birîn, dan û standinên bazirganiyê li gel Sûriyeyê qut kirin û seferên hewayî yên çûn û hatina ji Sûriyeyê sekindin. Dîsa jî hin dewletên Ereban, di serî de Erebistana Siûdî balyozxaneya xwe ya li Sûriyeyê girt û balyozên xwe ji Sûriyeyê vekişandin.

Di demên dawîn de nîşaneyên nêzîkbûna di navbera Şam û hin paytextan de derketin. Ebû Dabî têkiliyên xwe yên bi Şamê re vegerandin. Riyadê jî dan û standin bi Şamê re kirin da ku careke din xebatên balyozxaneyên her du welatan dewam bikin.

Erdheja 6ʹê Sibatê ku deverên berfireh ên Tirkiye û Sûriyeyê wêran kirin, sedemeke din e hişt ku serokê Sûriyeyê Beşar Esed peywendiyên xwe bi dewletên Ereban re yên ku alîkarî dan Şamê, vegerîne. Di Sibatê de balafireke alîkariyan a Erebistana Siûdî daket Helebê ku duyemîn mezintirîn bajarê li welat e.

Zehmet e mirov xebatên dîplomatîk ên der barên Sûriyeyê de ji nêzîkbûna di navbera Tehran û Riyadê de qut bike. Piştî qutbûna ku 7 salan dewam kir, Tehran û Riyad di 10ʹê Adarê de gihaştin lihevkirinekê.”

MISIR Û TIRKIYE AMADEKARIYA CIVÎNEKE SEROKAN DIKIN

Li ser têkiliyên Misir-Tirkiyeyê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Wezîrên karên derve yên Misir û Tirkiyeyê duh li Enqereyê eşkere kir ku wan gav li ser asta têkiliyên di navbera her du welatan de avêtine. Dê ev gav bibe sedem ji bo civîna serokên her du dewletan.

Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî got ji bo başbûna têkiliyên dîplomatîk lihevkirinek hatiye çêkirin û dê di demeke guncaw de bê ragihandin. Niha jî amadekarî ji bo lidarxistina civîneke di navbera serokên her du dewletan de tê kirin.

Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Misirê di civînên xwe de têkiliyên dualî, hevkariya aborî, dosyayên herêmî, navneteweyî û dosyayên Lîbya û Sûriyeyê nîqaş kirin."

ʹNETANYAHU: REJÎMA SÛRIYEYÊ DÊ BEDELÊN GIRAN BIDEʹ

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Ji ber avêtina moşekan ji Sûriyê û Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rasterast gef li rejîma serokê Sûriyeyê Beşar Esed û tevgera Hemasê xwar û got: “Ev operasyonên me hîna yên destpêkê ne. Heke avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve dewam bike, rejîma Sûriyeyê dê berdêlên giran bide.”

Piştî rexneyên li ser siyasta hikumeta wî ya ji ber tevliheviya ewlehiyê, Netanyahu duh  civîneke çapemeniyê li dar xist û xwest hikumeta xwe ji vê tevliheviyê bê sûc nîşan bide û muxalefetê û xwepêşandanên gel ên li dijî planên wî yên taybet ên sererastkirina pergala dadweriyê wekî hincet nîşan bide. Netanyahu got: “Dijminê me bûyerên ku li Îsraîlê rû didin şaş fêm kirine. Lê em ji wan re dibêjin ku Îsraîl li hember dijminên xwe yek e.”

Netanyahu her wiha gefa hedefgirtina Hemasê xwar, eger moşek û çalakiyên xwe ranewestîne û got: "Em nahêlin Hemas hebûna xwe li Lubnanê xurt bike."

Netanyahu muxalefet tawanbar kir ku moralê Hizbullah û Îranê bilind dike, nemaze dema ku hikumeta berê peymana gazê bi Lubnanê re îmze kir. Lê diyar kir ku hikumeta wî dê encamên peymanê sererast bike, bêyî ku gefa betalkirina wê bide. Netanyahu guhdarên xwe matmayî kir, dema ragihand ku biryara berê ya dûrxistina wezîrê parastinê Yoav Gallant ji kar, betal kiriye.