Gelek gund li Başûrê Kurdistanê hatin topbarankirin-hat nûkirin

Beriya derdora saetekê hin gundên devera Pêncwên a Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Hate ragihandin 3 kes şehîd bûn û yek din jî birîndar bûye.

Gelek gund li Başûrê Kurdistanê hatin topbarankirin-hat nûkirin
15 nîsan, 2023   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê`ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî wergirtine, ragihand ku beriya derdora saetekê gundên Kanî Mîran, Salyawa û hin gundên din ên navçeya Pêncwên ji aliyê balafirên bê mirov ên  biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin.

Li gor agahiyan, balefiran wesayîtek hedef girtine û di encama êrişê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.

Her wiha hate ragihandin ku heta van kêliyan jî balefirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser asîmanê herêmê difirin.

Heta niha der barê êrişê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.