‘Bi felsefeya Rêber Apo em hene’

Malbatên şehîdan diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di her malekê de ye û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

‘Bi felsefeya Rêber Apo em hene’
15 nîsan, 2023   23:48
ŞEHBA

Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Siweyel Şêx Ehmed wiha got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo 24 sal e di girtigehê de ye, ji mafê her însanekî ye ku ji zindanê derkeve û bi fîzîkî azad bibe. Ka mafê mirovan. Em dayikên şehîdan tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku rabin ser pêyan da ku Rêber Apo bi fizîkî azad bibe."

Her wiha Ednan Şêx Mihemed diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye û wiha got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye."

Mihemed wiha berdewam kir: "Tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin da ku Rêber Apo û gel ji hev dûr bixin. Lê belê nikarin bigihêjin vê armancê. Ji ber ku di her malekê de Rêber Apo heye û felsefeya wî di nava gelan de belav bûye. Felsefeya Rêber Apo banga biratiya gelan dike."

Endan Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe wiha got: "Em soz didin Rêber Apo ku em her tim li qadan bin heya azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Ednan Reşo jî, bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêber Apo 24 sal e dîl hatiye girtin. Dewleta Tirk dixwaze Rêber Apo ji gel dûr bixe. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ev gel li ser lingê xwe sekinî ye. Îro bi hezaran kes bi felsefeya Rêbert Apo bawer dikin û pê perwerde dibin."

Reşo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em her tim li qadan bin, heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were."

(zş)

ANHA