Li Reqayê 2 bazirganên narkotîkê û pereyên sexte hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 13`ê Nîsanê li Reqayê 2 bazirganên narkotîkê û pereyên sexte hatine girtin.

Li Reqayê 2 bazirganên narkotîkê û pereyên sexte hatin girtin
15 nîsan, 2023   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku li Reqayê 2 bazirganên narkotîkê û pereyên sexte hatine girtin.

Hêzê ev agahî der barê operasyona xwe de parve kirin: “13’ê Nîsanê, hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê li bajarê Reqayê 2 kesên ku bazirganiya hişbir û diravên sexte dikirin, girtin.

Endamên Dijî madeyên hişbir piştî ku agahî li ser hebûna 2 kesên ku di bazirganiya hişbir û diravên sexte li bajarê Reqayê de kar dikin, bidest xistin û şopandina liv û tevgera wan û tevlîbûna wan di vî karî de hate îsbatkirin, ew kes di kemînekê de hatin girtin û tiştên pê re hatin desteserkirin;

 1 – 191 hezar û 320 Hebên hişbir

 2 - Çekek kilaşînkov

 3 - 3 cercûrên Kilaşînkovê

 4 - Cercûreke damanceyê

 5- 5 laptop

 6 - Lîreyên sûrî yên sexte

 7 - Dînarên îraqî yên sexte

Asayîşa me kesên sûcdar tevî tiştên ku hatine desteserkirin, ji bo ku rê û rêbazên qanûnî yên der barê wan de bi dawî bibin, ji Dozgeriya giştî re şandin.”