Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dawî bû

5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hilbijartina hevserokên meclîsa giştî, cîgirên hevserokatiyê û 101 endamên meclîsa giştî bi serkeftî bi encam bû.

Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dawî bû
15 nîsan, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Şengalê ji bo pêşxistin û parastina pergala Rêveberiya xweser a Şengalê gaveke nû ya xurt hate avêtin. 5’emîn Kongreya Rêveberiya xweser a Şengalê, bi dirûşma ‘’Bi Xemla Nîsanê Em dê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin’’ hate lidarxistin.

Kongre bi nîqaş, nêrîn û biryarên xurt bi encam bû. Di kongrê de pêkvejiyana gelên Şengalê û Deşta Nînowayê li ser fikrê netewa demokratîk, mîsogerkirina statuya Şengalê û pergala rêveberiya xweser, pêşxistina parastina cewherî li ser esasê “Xwe Ji Fermanê Biparêze”, têkoşîna li dijî xiyanet û sîxurtiyê weke peyamên esasî derketin pêş.

Di kongreyê de, Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Rêzikname hate xwendin. Ev cara yekem e ku hevpeymanek di vê astê de tê amadekirin ku wê bingeha Rêveberiya Xweser a Şengalê ya civakî û siyasî xurttir bike. Piştî nirxandin û pêşniyaran, hevpeyman û rêzikname bi dengdanê hatin erêkirin.

HEVSEROKÊN MECLISÊ Û CÎGIR HATIN HILBIJARTIN

Pey re ji bo hilbijartinê, lijneya hilbijartinê hate avakirin û rojeva hilbijartina hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û cigirên hevserokatiyê destpê kir. Di encama dengdanê de; Cîhan Celo û Nayîf Şemo weke hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin hilbijartin. Ji bo cîgirên Hevserokatiya Meclisê; Hisên Sado û Xoxê Dexîl hatin hilbijartin.

Her wiha 101 endamên Meclisa Gel ên ku ji nûnerên meclisên gundan, nûnerên pêkhateyên Şengalê, nûnerên sazî û dezgehên Şengalê pêk tê di kongreyê de hatin erêkirin. Rêvebir û endamên ji bo meclisa giştî hatin hilbijartin, bi hev re sond xwarin. Kongre bi dirûşma Bijî Berxwedana Şengalê û Şehîd Namirin bi dawî bû.

Piştî rojeva hilbijartinê, biryarên ku pêşkeşî kongreyê hatin kirin di kongrê de hatin erêkirin. Çend biryarên esasî ku di kongrê de hatine girtin ev in;

Hevserokê Desteya Rêveber Şehîd Dijwar Feqîr weke hevserokê Rêveberîya Xweser ê dayîmî û manewî were îlan kirin.

Şehîd Hesen Saît, Şehîd Îsa, Şehîd Azad, Şehid Pir Çeko, Şehîd Şerzat, Şehîd Agır, Şehid Enwer, Şehit Zagros, Şehit Muhsin, Şehid Brahim Derweş, Şehit Faraşin, Şehit Menal, Şehit Şerwan wek şehidên demê û berxwedanê werin îlankirin.

Şehidên Nexweşxaneya Sikêniyê weke sembola û rûmeta ked û welatparêzî werin îlankirin

Ji bo Fermana 03.08.2014, hem li Iraqê hem jî di qada navnetevî de jı bo weke jenosîd were qebûl kirin kar û xebat were meşandın.

Şengal ji bo weke herêmeke xweser were qebûlkirin bi hemû aliyan re hevdîtın û diyalog were çêkirin.

Projeya Rêveberiya Xweser ku ji aliyê Meclisa Xweser a Şengalê ve hatiye amadekirin weke riya çareseriyê were destgirtin û di hemû hevdîtinan de were esasgirtin.

Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Kazimî-PDK û dewleta Tirk de, bi temamî were redkirin û di vî alî de têkoşîn were pêşxistin.

Ji bo tifaqa gelê me yê Şengalê were avakirin, kar û xebat were meşandin.

Ji bo azadiya Serok Apo bi hemû şêwazan têkoşîn were çekirin.

Mam Zekî û Mam Beşîr weke stûna tifaqa Êzîdiyan bên naskirin.

Wê sibe jî civîna yekem a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê were lidarxistin û di civînê de hevserokên Desteya Rêvebir a Şengalê û dîwana desteya rêvebir werin hilbijartin.