Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn hat destgîrkirin

Hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Stenbolê hatiye destgîrkirin.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn hat destgîrkirin
15 nîsan, 2023   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye destgîrkirin.

Eren Keskîn hefteya borî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan.

Îro jî polîsan li Stenbolê êrişî Dayikên Şemiyê kiribû û 12 kes destgîr kirin.