​​​​​​​Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê: Civaka êzidî ber bi azadiyê ve dimeşe

Di 5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê de peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo civaka êzidî hatin xwendin. Di kongreyê de peyama KNK’ê, TEV-DEV, TAJÊ, şandeya Almanyayê û êzidiyên Efrînê jî hate xwendin. Di peyaman de piştgirî bi ezmûna xwerêvebirinê ya Şengalê re hate kirin.

​​​​​​​Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê: Civaka êzidî ber bi azadiyê ve dimeşe
15 nîsan, 2023   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê ku berê nîvro li navçeya Sinûnê bi dirûşma “Em ê bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin” dest pê kiribû, bi xwendina peyamên partî û rêxistinên Kurdan dewam dike. KNK, TEV-DEM, Êzidiyên Efrînê, peyama Başûrê Kurdistanê, dostên Alman ên êzidî û rêxistinên jin peyamên girîng ên piştgiriyê û xurtkirina rêveberiya xweser dan.

Di kongreyê de li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê Çîçek Yildiz axivî û wiha got: “Em îro li ser axa pîroz, bi berxwedêrên Şengalê, bi parêzvanên axa pîroz re ne. Em têkoşîna jin û ciwanên Êzidî ji nêz ve dişopînin. Dewleta Tirk a dagirker çendîn êrîş tîne ser vê axa pîroz. Dijmin, kêlî bi kêlî me dişopîne. Lê em ji dijmin re dibêjin, ti hêz û desthilatdarî me ji Şengala xweser û azad dûr bixe. Emê fermandar û pêşengên xwe perwerde bikin. Em nahêlin destên xerîb me rêvebibin. Emê şervan, siyasetmedar û oldarên xwe ji nav civaka xwe derxin. Em vê kongrê ji dil û can pîroz dikin. Bijî berxwedana Şengalê.”

‘ŞENGAL RÛMETA KURDISTANÊ YE’

Pey re li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Sebriya Sevgat peyam xwend. Sebriya Sevgat li ser navê KNK’ê kongre li beşdar û mêhvanan pîroz kir û wiha axivî: “Şengal rûmeta Kurdistanê ye. Em dibêjin berxwedana Şengalê berxwedana me ye. Em hêza xwe ji berxwedana jinên Êzidî digirin. Me xwe ji Fermana Reş xilas kir lê îro em rastî Fermana Spî tên. Lazim e em vê bibînin û li hemberî vê jî têkoşînê bikin. Emê soza Fermandar Zerdeşt, Pîr Çeko, rojnamevan Nûjiyan ji bîr nekin. Bijî berxwedana Şengalê, Bijî Serok Apo ku hemû gelên Kurdistanê gîhandin hev, herkesî bi fikrê xwe perwerde dikin.”

Malbata pêşengê civaka Êzidî Mam Beşîr jî beşdarî kongrê bû. Hevjîna Mam Beşîr Dayê Sebriye û xwişka wî Xanê kongrê pîroz kirin û ev peyam dan: “Em kongrê li Serok Apo pîroz dikin. Emê bibin dengê Mam Beşîr û Mam Zekiyan. Emê bibin dengê hemû şehîdên Kurdistanê. Emê Şengalê biparêzin, ji ber ku parastina Şengalê parastina Rêber Apo ye, parastina Kurdistanê ye.”

‘CIVAKA ÊZIDÎ BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE’

Di kongrê de peyama TAJÊ jî hate xwendin ku di peyamê de ev xal derketin pêş: “Ji bo gelê me karibe biryara xwe, bi zimanê xwe, bi baweriya xwe xwe birêve bibe bedelekî mezin hate dayîn, berxwedaneke bêhempa hate meşandin. Di encama vê berxwedan û tekoşînê de, îro gelê me yê Ezîdî bi bîr û bawerî, bi bîryarî, bi hêz û bi zanebûn ber bi azadiyê ve dimeşe. Em bawer in ku gelê me yê Êzîdî wê bi vî hêvî û baweriyê cihê xwe di heqîqeta dîrokê de bigire.”

‘Biryara jenosîd girîng e lê lazim e Rêveberiya Xweser were naskirin’

Ji Almanyayê jî şandeyek ji dostên civaka Êzidî û şengalê beşdarî kongrê bûn. Şandeyê di peyama xwe de balê kişand ser têkoşîna civaka Êzidî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê û wiha berdewam kirin: “Ji bo têkoşîneke hevpar em îro li vê derê amade ne. Ji ber ku têkoşîna civaka Êzidî, bi taybet jî ya dayik û ciwanên Êzidî hêzeke mezin dide me. Parlamentoya Almanyayê jenosîda li ser Êzidiyan qebûl kiriye, ev girîng e lê ya herî girîng wê çi gav were avêtin, bi taybet di mijara naskirina Rêveberiya  Xweser girîng e. Em piştgiriya pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin.” Şandeyê peyama xwe bi dirûşmeyên Jin, Jiyan, Azadî û Bijî Berxwedana Şengalê bi dawî kir.

PEYAMÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN BI COŞ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Piştî xwendina peyaman, di kongreyê de nêrîn û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan a ji bo civaka êzidî û Şengalê hate xwendin. Peyamên Rêber Ocalan, bi coşeke mezin û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin.

Kongre bi xwendina rapora kar û xebatan a du salan a Rêveberiya Xweser a Şengalê dewam dike.